Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin

  • rojane
  • 15:44 7 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Meclisa Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û di dorpêçê de ye, bi pêşengtiya hevşaredaran ji bo nîqaşkirina du rojevan civiya. 

Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê di roja 4’emîn de berdewam dike. Şêniyên navçeyê yên her roj tên pêşiya şaredariyê, bertekên xwe nîşan didin.  Piştî tayînkirina qeyûm, bi serokatiya Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan civîna Meclisa Şaredariyê ya meha Mijdarê hate lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din beşdar bûn.
 
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ve hat kirin. Karayilan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û peyam da ku tevî qeyûmê dê di nava gel de bin.
 
Hevşaredar Saniye Bayram jî wiha got: "Tişta ku gel ji me xwest, tenê şandina qeyûm bû. Li gel hemû astengiyan me bi gelê xwe re li ber xwe da û em bi ser ketin. Em bi îradeya azad li qadan xebitîn. Em bi berxwedanê bi ser ketin. Em ê axa xwe rizgar bikin, em ê li ser piyan bin." 
 
Civîna meclisê piştî nîqaş û dengdayîna li ser mijarên rojevê yên "Tayînkirina bihayê heqê parkkirinê" û "Tespîtkirina heqê dikanan" bi dawî bû. 
 
Berxwedana gel a li ber avahiya şaredariyê didome.