Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin

  • rojane
  • 09:01 20 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Di muhletnameyê de ku ji girtî Mehmet Dûrak Karak ê ku 29 sal in girtiye û înfaza wî hat şewitandin re hat şandin, roja tehliyeyê wekî "heta mirinê" hat nivîsandin. Karak bi rêya birayê xwe peyama “Em ji cezayê wan natirsin” şand.

Mehmet Dûrak Karak ê li gundê Qûbika Çareba yê Pirsûs a Rihayê ji dayik bûye, yek ji wan navên têkoşîna azadiya kurd e. Karak ê ku piştî Darbeya 12'ê Îlonê bi bav û 6 xwişk û birayên xwe re cara ewil di serdegirtina gundê wan de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û paşê hat girtin, nêzî 4 salan di girtîgehê de ma. Karak piştî ji girtîgehê derket bi zorê birin leşkeriyê. Lê di tu şert û mercî de dest ji têkoşînê berneda û ji ber vê yekê bû hedefa zextan. Karak ku piştî leşkeriyê careke din hat binçavkirin û girtin, 8 mehan di girtîgehê de ma. Karak piştre di sala 1989'an de hat girtin û sal û nîvekê di girtîgehê de ma. Karak ku di sala 1992'yan de 3 mehên din jî di girtîgehê de ma, di sala 1995'an de careke din hat binçavkirin. Karak ê ku 6 zarokên wî hene, bi îdiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hat birîn.
 
Dihat payîn ku Karak di 26'ê Hezîrana 2025'an de were berdan. Lê Karak ê ku hîn bû di meha Îlona îsal de serbestberdana wî bi temamî hatiye şewitandin, wekî sedema şewitandina înfazê 3 cezayên cuda yên înfazê yên di 29 salên dîlgirtinê de girtiye hatine nîşandan. Parêzerê Karak, Mahmut Vefa, li dijî mudetnameyê serî li Dadgeriya Înfazê ya Erzinganê da û îtîraz kir.
 
CEZAYÊN HUCREYÊ KIRIN HINCET
 
Hat hînbûn ku her 2 ji cezayên hucreyê jî di salên 1996 û 2006'an de hatine dayîn û herî dawî jî cezayê hucreyê di sala 2024'an de hatiye dayîn. Di sala 1996'an de bi hinceta ku li dijî îşkenceyên li Gîresûnê ketiye greva birçîbûnê, di sala 2006'an de bi hinceta di daxwaznameya ku serî li Serdozgeriya Mereşê daye de "propagandaya rêxistinê kiriye" û herî dawî jî di sala 2024'an de bi hinceta gava ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî Girtîgeha Erzinganê hatiye kirin "eşyayê qedexe" pê re hebûne, hatiye birîn. 
 
Ji aliyê din ve di muhletnameya ku ji Karak re hatiye dayîn de dîroka dawî ya kontrolê Hezîrana 2031’ê ye û roja berdana wî jî wekî “heta mirinê” hatiye nivîsandin.
 
Birayê wî Muslum Karak diyar kir ku bi rêya telefonê agahiya şewitandina înfaza Karak hîn bûne û got ku piştî darbeya 12'ê Îlonê heya niha bi zilm û zordariyê re rû bi rû dimînin. Karak diyar kir ku ji ber ku wan paşve gav neavêtiye heman zilm îro jî didome û got: “Em bûne malbateke ku ji 12’ê Îlonê û vir ve di nava siyasetê de. Em timî rastî vê zextê hatin. Birayê min Dûrak beriya sala 1995’an gelek caran ket girtîgehê. Ji sala 1995’an û vir ve bênavber di girtîgehê de ye. Li Mereş, Elbîstan, Gîresûn, Siwêreg, Rihayê ma û herî dawî ew birin Erzinganê. Bi agahiyên dawî yên ku me girtin, em hîn bûn înfaza wî bi temamî şewitiye."
 
4 BAJAR 3 GIRTÎ
 
Karak diyar kir ku ji malbata wî ya nêz 4 girtî hene ku biraziyê wî û birayê wî li Erzinganê, kurê wî li Enqereyê û zavayê wî li Kirşehîrê di girtîgehê de ne û wiha got: “Em roja yekşemê diçin Erzinganê. Em roja duşemê biraziyê min Baran Karak, roja sêşemê jî birayê min Durak dibînin. Paşê em diçin Enqereyê. Emroja pêncşemê kurê min Îsmet Karak li Girtîgeha Sîncanê, roja Înê jî zavayê min Şukru Karak li Girtîgeha Kirşehîrê dibînin. Em malbatek wisa ne. Jiyana me li ser rêyan derbas dibe. Tişta ku me wekî malbatek girtiyan jiyan kir, careke din nîşan dide ku aştî tune ye. Gotinên der barê aştiyê de hene, lê ya ku em tê re derbas dibin li ber çavan e."
 
Karak diyar kir ku pêvajoya ku ew tê re derbas dibin encama xitimandina pirsgirêka kurd û polîtîkaya tecrîdê ye û got ku her çend di demên dawî de behsa aştiyê tê kirin jî, polîtîkayên li ser girtiyan her diçe tundtir dibin.
 
DÛRAK KARAK:EM NATIRSIN
 
Karak wiha got: “Em dibînin ku ‘aştiya’ ku di demên dawî de li ser tê axaftin fîlmek e. Lihevkirin bi vî awayî çêdibe? Her roj 15-20 kesan binçav dikin. Hewl didin me bixin tengasiyê. Em li ser vê rêyê meşiyane. Me ne pereyê kesî diziye û ne jî mudaxeleyî kesî kiriye. Me ji bo gelê xwe şer kiriye. Rêya me rast e û em ê li ser vê rêyê bimeşin. Daxwaza me ne ji bo me ye. Em dixwazin demildest aştî pêk were û birêz Ocalan azad bibe. Em dixwazin girtiyên nexweş ên li girtîgehan demildest bên berdan. Aştî bi van pêk tê.”
 
Ji parêzerên malbatê Endama Îaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Adîle Salmanê jî diyar kir ku şewitandina înfaza Karak encama polîtîkaya tecrîdê ye ku roj bi roj girantir dibe. 
 
MA / Ceylan Şahînlî