Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e

  • rojane
  • 14:17 24 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li dijî tayînkirina qeyûman banga têkoşîna hevpar kir û got: “Meseleya esasî ya tayînkirina qeyûman, cezakirina gel e.” 

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel di 13’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Haci Bektaş-i Velî de axivî. Ozel, diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke girîng de ye û divê xeletiyên sedsal berê hatine kirin di vê sedsalê de neyên kirin. 
 
Ozel, bi domdarî bal kişand ser tifaqên muxalefetê yên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de û got ku îktîdarê tehemûla serkeftinê nekiriye û qeyûm tayîn kiriye. Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên tehemûla vê nekirin, ji ber ku gel vê carê dengê xwe dane hin kesên din, hewl didin hesab bipirsin û gel ceza bikin. Yên muxalîf digirin û bi giştî ceza dikin. Meseleya esasî ya tayînkirina qeyûman a li şaredariyên CHP û DEM Partiyê, cezakirina gel e û serî li ber îradeya gel radikin. Anku dibêjin ‘heke hûn min ne hilbijêrin ez ê mafê bijartin û hilbijartinê ji destê we bigirim.’ Ya ku tê kirin derbe ye, bermaya OHAL’ê ye. Em dizanin derdê wan çi ye lê divê em derdê xwe baş ji gel re vebêjin. Em ê neyên lîstikên wan. Lewma divê em bi hev re tevbigerin.”