Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin

  • rojane
  • 10:21 25 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr diyar kir ku TUHAY-DER’ê li dijî cezakirina kesên pereyan ji girtîgehan re dişînin kampanyaya şandina pereyan daye destpêkirin û bang li her kesî kir ku tev li kampanyayê bibin.
 
Bi hinceta ku ji xizm an jî hevalên xwe yên di girtîgehê de re pere şandine, gelek kes bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” hatin cezakirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li dijî vê rewşê du kampanyayên cuda dan destpêkirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bi beşdariyek xurt dê di 9’ê kanûnê de ji girtîgehênli Herêma Marmarayê re pereyan bişîne. 
 
 
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr kampanya nirxand û got ku pereşandina ji girtiyan re sûc nîne. Dîlek Sonmez Demîr, destnîşan kir ku xebatên xwe yên ji bo kampanyayê didomînin û wiha got: “Armanca me ew e ku tevahiya civakî beşdarî kampanyayê bikin. Heke tevlibûneke xurt çêbibe li gorî me dê êdî şandina pereyan weke ‘sûc’ nebînin. Pereyê ji girtiyan re tên şandin di esasê xwe de nadin destê girtiyan, didin dewletê. Girtî tenê dema pêdiviya wan pê çêdibe digirin. Anku tişta jê re dibêjin sûc di qaseya dewletê de ye. Ev pereye ji bo girtiyan pir girîng e. Li tu dewletên demokratîk sûcekî wiha nîne. Lê li pêşberî me rejîmeke weke dijminan nêz dibe heye. Ji bo valaderxistina vê pergalê divê her kes bi hestiyarî tevbigere.” 
 
ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ TECRÎD E
 
Dîlek Sonmez Demîr, da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin û got ku heke civak bi giştî dengê xwe derxîne dê heta astekî ev binpêkirin kêm bibin. Dîlek Sonmez Demîr, diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li girtîgehan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û dema tecrîd rabû dê ev binpêkirin jî bi dawî bibin. Heke em bi hev re tevbigerin dê pirsgirêk çareser bibin. Tecrîda li girtîgehan tenê bi hestiyariya civakê dikare rabe. Divê ne parçe parçe lê em bi hev re bi yekdengî li dijî tecrîdê derkevin û rakin.” 
 
'DIXWAZIN JI HÊLA FIKRÎ VE TESLÎM BIGIRIN’ 
 
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meral Şahîn jî bi bîr xist ku tu mewzûatên ku şandina pereyan a girtîgehan weke sûc nîşan dide tune ne. Meral Şahîn, got: “Îktîdar dixwaze peyamekî bide girtîgehan. Em di serdemeke wisa de ne ku her zindiyê mîna wan nafikire weke dijminê xwe dibînin. Eciqandina wan jî ji xwe re rewa dibînin. Binpêkirinên li girtîgehan, di heman demê de ji bo bêdengkirina qadên demokratîk e. Mirovekî di nava çar dîwaran de bi îdiaya ‘terorê’ dinirxînin û tecrîd dikin. Ev binpêkirina mafên girtiyan e. Di esasê xwe de hewl didin ji hêla fikrî teslîm bigirin.” 
 
Meral Şahîn, bi lêv kir ku girtî li nexweşxaneyên dûrî malbata xwe tên ragirtin û wiha pê de çû: “Piraniya wan xizan in. Li gel pêdiviyên sereke, girtî ji neçarî heqwê ceran û avê û xwarinê jî bide. Ma heke pere nebe dê çawa bidin? Ji bo vê piştevanî hewce dike. Ev piştevanî jî tenê piştevaniyeke însanî ye. Pirsgirêk ne ew piştevanî ye, pirsgirêk ew kes in ên vê piştevaniyê ceza dikin. Pereyê ji girtiyan re tê şandin, bi rêya PTT an jî bankê tên şandin. Ev pereye dikeve destê îdareya girtîgehê. Yên pereyî dişînin sûcdar in lê yên li vir didin sekinandin ne sûcdar in? Heke şandina pereyan sûc be wê demê saziyên dewletê jî şirîkên sûc in. Ne aqilê mirov ne jî wijdana mirov van sepanên wan radigirin.”
 
BANG KIR
 
Meral Şahîn, got ku piştî cezayê hefsê li endama ÎHD’ê Hatîce Onaran hate birîn wan biryara destpêkirina kampanyayê daye û wiha bi dawî kir: “Her mehê weke bertek em ji vê hevala xwe re pereyan dişînin. Hatîce Onaran 60 salî ye, astengdar e û nexweşa penceşêra rûviya stûr e. Li girtîgehê di mijara mafê tenduristiyê de binpêkirin hene. Lewma jî fikarên me hene. Hevala me hewl dida bibe dengê girtiyên nexweş û niha me ew li lîsteya girtiyên nexweş zêde kir. Ev yek cihê xemgîniyê ye. Dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin û piştevaniyê têk bibin. Hesabpirsînek û biryareke siyasî ye. Heta ku ev sepan tê bidawîkirin dê em ê dev ji şandina pereyan bernedin. Banga me ji bo Wezareta Dadê û saziyên darazê ew e ku ji bo bidawîkirina vê sepanê bikevin nava tevgerê. Divê her kesên li edaletê digerin li dijî vê sepanê derkevin. Banga me ji bo sazî û dezgehên siyasî ew e ku bi dengekî bilind li dijî vê sepanê derkevin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû