Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir

  • rojane
  • 11:32 25 Mijdar 2024
  • |
img

EDENE - Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derheqê kesên di çalakiyên protestokirina qeyûman de ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin, bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” lêpirsîn da destpêkirin. 

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê bi boneya şermezarkirina tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê daxuyanî dabû û polîsan jî êriş kiribûn. Di êrişê de polîsan Gurcan Turşak bi lêdanê binçav kiribû û di heman rojê de berdabû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiaya “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” derheqê Gurcan Turşak de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Yek ji kesên bi heman îdiayê derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin jî Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê yê navçeyê Mehmet Kiran e. Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Bajar a Edeneyê ji bo îfadeyê bangî Kiran kir. Kiran, di îfadeya xwe de îdiayên dihatin kirin red kir. 
 
Kiran, destnîşan kir ku li Edeneyê her tim rastî tundiya polîsan tên û derheqê wan de lêpirsîn û doz tên vekirin. Kiran got ku dê ev zext û tundî wan ji têkoşîna wan nekin. 
 
Hat zanîn ku li gel Turşak û Kiran, gelek kesên din ji ber heman çalakiyê vexwendine îfadeyê.