Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin

  • rojane
  • 13:47 25 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê zarokê 10 salî yê ku 2 roj berê li Herêma Federe ya Kurdistanê winda bûbû, di Çemê Zê de hate dîtin. 
 
Zarokê bi navê Şiya Şahîn ê 10 salî 2 roj berê li gundê Kilêsê yê navçeya Aştî ya Herêma Federe ya Kurdistanê winda bûbû. Cenazeyê zarokî di Çemê Zê de hate dîtin. Midûriyeta Parastina Sivîlan a Koyê da zanîn ku cenazeyê zarokî hatiye dîtin û radestî malbata wî hatiye kirin.