Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin

  • rojane
  • 11:32 22 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Helîkoptera ambulans ku ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê rabû, kete baxçeyê nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Helîkoptera ambulans a duh hate Mûglayê, ji ber şert û mercên hewayî yên nebaş nekarî biçe. Îro di danê sibehê de ji bo biçe Antalyayê rabû û demekî kin piştre ji ber mijê rêya xwe xelet kir û li avahiya nexweşxaneyê xist û kete xwarê. 
 
Piştî îxbara qezayê gelek komên tenduristî û lêgerîn-rizgarkirinê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Xebatên koman ên li cihê qezayê didomin û li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Waliyê Mûglayê Îdrîs Akbiyik got ku di qezayê de 2 pîlotan, bijîşkekî û xebatkarekî jiyana xwe ji dest dane.