Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

img
AMED - Rozerîn Çukur a di dema qedexeya derketina kolanan de li Sûrê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Xwendekara bi navê Rozerîn Çukur a 17 salî ku di 8’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Sûrê ya Amedê ji hêla segvanên dewleta tirk ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn, li ser gora Rozerîn Çukurê ya li gundê Herîdan ê navçeya Pîranê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
Bîranîn, piştî xwendina duayan bi dawî bû.