DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir

  • rojane
  • 13:16 19 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman û tundiya polîsan a di çalakiyan de kir û ji bo pêşniyarqanûna bi daxwaza pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman digire bibe qanûn banga berpirsyartiyê li Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş kir. 

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û parlamenteran, li dijî bêdengiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a li dijî tayînkirina qeyûman, li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî dan. 
 
Temellî, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune tê hesibandin û got ku li şûna Meclis li dijî vê derkeve, xwe li bêdengiyê didane. Temellî, got: “KHK’yek a di dema OHAL’ê de hatiye derxistin re qeyûm tên tayînkirin. Piştre jî ev kirin qanûn. Ev yek nîşan dide ku îktîdar hewl dide pergala OHAL’ê bidomîne. Sepanên OHAL’ê sepanên derbeyê ne. 
 
Ji bo sepana qeyûm ji holê were rakirin, beriya niha 10 partiyan pêşniyarqanûnek dan Meclisê. Berpirsyartiyeke Meclisê heye ku divê ev pêşniyarqanûn tavilê bê lijneya giştî û bibe qanûn. Di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser milê Serokê Meclisê. Divê birêz Nûman Kurtulmuş partiyên muxalefet û îktîdarê bîne cem hev û ji bo ev pêşniyarqanûn bibe qanûn, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigire. Heta ku Tirkiye ji vê sepana qeyûm xelas nebe dê nekare demokratîk bibe û bibe dewleta hiqûqê.” 
 
TUNDIYA LI DIJÎ ÇALAKVANAN 
 
Bi domdarî Temellî, destnîşan kir ku her cara qeyûm tê tayînkirin dîmenên derbeyê derdikevin holê û got: “Banga me ji bo Kurtulmuş e; hêzên ewlekariyê her cara qeyûm tên tayînkirin tundiyeke mezin li gelê me û kesên hilbijartî dikin. Herî dawî jî êrişeke mezin birin ser şaredariya Wanê. Li Wanê polîs îşkenceyê li gel dikin. Dîmenên gefa li Serokwekîla me ya Komê birêz Gulistan Koçyîgît û êrişa li dijî wekîla me Newrozê hene. Me ev dîmen bi Wezareta Karên Hundir re parve kirin. Gelo hûn ê li dijî van êriş û sepanên derqanûnî çi bikin? Heta niha wezareta karên hundir li me venegeriyaye. 
 
Heke serokekî meclisê yê bêalî be, divê di vê mijarê de înîstiyatîfê li xwe bigire. Divê îradeya meclisê û îradeya hilbijartiyan biparêze. Ev ne tenê parastina mafên şexsî ye, di heman demê de parastina îrade û mafên gelekî ye.”