Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin

  • rojane
  • 14:16 19 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re daxuyanî da û got ku weke rêveberiya herêmê amade ne ku ji bo şer bi dawî bibe piştgiriyê bidin. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtin li avahiya serokwezîrtiyê hate lidarxistin û 45 deqeyan domiya. 
 
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şandeya Îmraliyê kêfxweşiya xwe ji serdanan, hevdîtinan û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê nîşan daye û wiha hate gotin: “Şandeyê der barê armanca serdana xwe û hewlên xwe yên ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê nêrîna xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir. Şandeya Îmraliyê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurdan bûye mijareke girîn a rojevê.
 
Mesrûr Barzanî ji bo xurtkirina aştî, aramî û pêkvejiyana aştiyane û biratiya di navbera gelên herêmê de tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji her derfetê kir. Mesrûr Barzanî careke din piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê anî zimên û gotiye, divê şer û tundî bi dawî bibe. Herêma Kurdistanê di vê mijarê de ji bo her cureyê hevkarî û piştgiriyê amade ye.”