Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
- rojane
- 11:21 22/9
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya nû de bi manşeta “Vegerin welatê xwe” derket.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya nû de bi manşeta “Vegerin welatê xwe” derket.
Şêniyên gundê Izêr ê navçeya Qoserê ku Abdullah Ocalan 17 rojan li wir mabû û gotibû dixwaze biçe serdanê, bersiv dan. Ji şêniyên gund Alî Aslan got: "Em li çaverêya hatina wî ne."
Rojnameger Seyît Evran di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hempîşeyên Evran, diyar kirin ku ew mamosteyê Çapemeniya Azad û hevalekî baş bû.
Şaredariya Elkê ya AKP’î, bi dehan jinên biyanî yên ji Çorum, Enqere û Stenbolê anîn navçeyê, bi awayekî derusûlî û bi bedela pereyan zewicand.
DFG’ê, rojnameger Seyît Evran bi bîr anî û got ku dê bîranîna wî di têkoşîna gelê Kurd de bijî.
Melahat Teke û Mûstafa Karabudak weke hevserokên Şaxa DAD’ê ya Enqereyê hatin hilbijartin.
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dibe şandeyeke ji komîsyonê hefteya pêş bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Me li gelek tecrûbeyên cîhanê nihêrt û li akademîsyenan guhdar kir. Di mijara guhdarîkirina birêz Ocalan de nêrîneke hevpar heye.”
ESP’ê di çarçoveya pêvajoyê de kampanyaya “Çareseriya Kedkar” da destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî got: “Rêberê Gelê kurd hêj di tecrîdê de ye. Divê tecrîd bi temamî rabe û mercên xebata azad û bên avakirin.”
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan encama kampanyaya xwe ya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” parve kirin û gotin ku li tevahiya Sûriyeyê 2 hezar 541 kes tev li bûne.
HSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên wezareta parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên têkildarî komkujiya li Dêr Hafirê derewand û got wezaret hewl dide rastiyan beravajî bike.
Hunermend Julîde Kural ji bo banga aştiyê bike, xebateke vîdeoyê ya kolektîf amade kir.
Dayikên Aştiyê beriya konferansa xwe li Riha, Êlih û Mêrdînê hatin gel hev. Dayikan, bal kişand ser pêvajoyê û gotin ku ji Abdullah Ocalan bawer in û têkoşîna wan a ji bo aştiyeke birûmet bidome.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, di nava 7 mehan de 100 neguhêzbarên bihayê wan 2 milyar TL da ber firotinê.
Walîtiya Çewligê budçeya gundan ji bo kesên birin pîrozbahiya salvegera Şerê Milazgirê xerc kir.