ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- rojane
- 09:00 04/6
Bi hezaran xelkê Helebê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin diruşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn û pirsgirkêka Kurd e" de meşek li dar xist.
Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e."
Kesên ku di lêpirsîna ÎBB'ê de hatibûn binçavkirin, bi yek rêzî li otobusan hatin siwarkirin. Ev dîmen, binçavkirina siyasetmedarên Kurd ên di dema 'operasyona KCK'ê ya sala 2009'an tîne bîra mirov.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di bîranîna karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim de axivî û got, "Yek ji gavên herî girîng ên ji bo aştiyê, rûbirûbûn û darizandina kujeran e."
Navên yek ji jinên destpêkê yên endamên tevgera siyasî ya Kurd Durre Kaya û siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk ê di sala 1994'an de di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû wê li Curnê Reş bên parastin.
Heyeta dadgehê biryara Qeymeqamtiya Pirsûsê ya ku ji bo du parkan destûr neda navên "Mem û Zîn" û helbestvan Saît Kendîrcî da rakirin. Dadgehê biryar da ku navên hatine qebûlkirin li parkan bên kirin.
Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye, 'Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e' û wiha axivî: "Bi peymaneke nû re tacîdarkirina hewldana aştiya mezin bi kêrî her kesî tê. Divê di merheleyên pêş de kanalên hiqûqî bikevin dewrê."
Li gorî rapora meha Gulanê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, herî kêm 152 kes hatine darvekirin.
Li peravên navçeya Marmarîs a Muglayê ya Behra Spî, bi mezinahiya 5.8 erd hejiya. Li Muglayê kesekê jiyana xwe ji dest da, 69 kes jî birîndar bûn.
Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn diyar kir ku bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafê hêviyê dide cezayê muebbetê yê giran, berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ya desthilatdariya siyasî û dadgeriyê ye.
Endamê Parêzvanên Mafên Jiyanê Mansûr Karaca diyar kir ku piştî 'qanûna komkujiyê' ya ku kuştina heywanên li kolanan pêşiya wê vedike bûyerên şîdetê zêde bûne û wiha got: "Divê qanûna komkujiyê bê rakirin û ji ber şîdeta li hemberî heywanan cezayên giran li wan bê birîn.”
Mûslîme Boz a ku keça wê ya endama YJA Starê di êrîşa bi çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest da û di heman demê de keçeke wê jî dîl hatiye girtin wiha got: "Em êşên giran ku me kişandine ancax bi aştiyeke mayînde derbas bikin.”
Hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêmê M.B. jî bi dekbaziya înternetê ve xapiya. S.B. a ku bi wadên “pereyên birehetî” ve bi tora dekbaziyê xapiya, dora 8 mîlyon TL winda kir.