Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
- rojane
- 13:00 09/2
Mamosteyên ku mûçeyên wan nayên dayin çalakiyê li dar dixin û ber bi Hewlêrê bi rê ketin. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw gefa êrişê li mamosteyan xwar.
Mamosteyên ku mûçeyên wan nayên dayin çalakiyê li dar dixin û ber bi Hewlêrê bi rê ketin. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw gefa êrişê li mamosteyan xwar.
Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç ku serbixwe dixebitî, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Di encama êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên di nava 2 mehan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piranî jê zarok bi giştî 82 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.
Welatiyên tev li mitînga “Ji bo aştiyê azadî” bûn, gotin: “Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe, gel jî azad nabe. Nifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye.”
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter êrişî çewliga sewalan û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Lîstikvanên Vansporê dema ji deplasmana Elazigsporê vedigeriyan, rastî êrişeke nîjadperest hatin. Tîma Vansporê di saetên serê sibehê de vegeriya Wanê û li bajar bi coş hate pêşwazîkirin.
Koordînatorên Weşanê yên Rojnameya Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net’ê Yaşar Gokdemîr hatin binçavkirin.
Di biryara weke hinceta tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê hatiye nîşandan de hate îdiakirin ku nûçeyên di ajansa Sofya Alagaş xwediya wê de hatine weşandin, xebata rojnamegeriyê nîne.
Li Mêrdînê di hotêleke di bin venihêrîna wezaretê de şewat derket lê ji raya giştî hate veşartin. Derket holê ku agirkujiyê di 19’ê Çileyê de li hotêlê kontrol kiriye û gotiye ku tevdîrên şewatê guncav nînin lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin.
Ahmet Gogun li girtîgehê bi guleyekê birîndar bû. Bi ser bûyerê re 18 meh derbas bûn lê hêj jî nehatiye tespîtkirin ka gule ji ku hatiye û kê avêtiye.
Ji bo mîtînga "Ji Azadiyê re Aştî" ku sibê li Mêrsînê dê bê lidarxistin esnaf hatin ziyaret kirin û banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin.
Di çalakiyên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê de, li ser rewşa girtiyên nexweş Abdullah Yildiz, Siddik Guler û Îsa Ozgan hat sekinandin û daxwaza berdana wan hat kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê rê bê paqijkirin û banga "Bila birêz Ocalan bi gelê Amedê re hevdîtinê bike" kir.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçarê anî ziman ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ew amade ya gavan biavêje û got: "Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' bi cih bînin, em aştiya ku gel bi hesreta wê ye bi hev re ava bikin."