ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
- rojane
- 09:00 08/2
Rojnameger Oznur Deger ku bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin, der barê wê de biryara girtinê hat dayîn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û wiha bang li îktîdar û muxalefetê kir: “Êdî ne dema gotinê lê dema diyarkirina nexşerêya şênber û raberkirina îradeyê ye.”
Kesên di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di bîranînê de got ku divê her kes xwedî li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan derkeve û got: “Ev, firsendekî mezin e û divê jidest neçe.”
Rêveberiya Girtîgeha Evînê cezayê Girtîgeha Evînê cezayê “3 hefte wê ji mafên xwe yên sereke bêpar werin hiştin” dan 27 girtiyên jin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were taloqkirin. Wêrektî dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Rojnameger Oznûr Deger ku di saetên serê sibehê de li Mêrdînê hate binçavkirin, mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî. Hat zanîn ku dê Oznûr Deger bibin edliyeyê.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rojnamegeran ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê li Amedê were lidarxistin, bang krin û gotin ku divê her kes ji bo xwedîderketina li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan di 8’ê Sibatê de li qada mitîngê be.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd gavekî sûdewer be.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan hêj didome û ev yek pêşiya aştiyê venake. Bêguman her du hevdîtin ji bo me biqîmetin lê divê hevdîtinên bi birêz Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin. Ev yek gelek girîng e.”
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê di nava 3 mehan de zêdetirî 300 xebatkarên şaredariyê ji kar avêt.
Dadgeha dewleta tirk li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Halîse Aksoyê ku cenazeyê kurê wê di qutiyekê de bi kargoyê radestî wê hatibû kirin.
Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.