Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
- rojane
- 14:20 07
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa 9’ê Cotmehê ya bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi Civaka Azad ve” banga tevlibûnê kir.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa 9’ê Cotmehê ya bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi Civaka Azad ve” banga tevlibûnê kir.
Di doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu de biryara domandina kontrola edlî hate dayin.
Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de biryar hate dayin ku tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat bidome.
Di şewata 20’ê Hezîrana 2024’an a di navbera Amed û Mêrdînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê lêpirsîna xwe temam kir û îdia kir ku “faîl nehatine tespîtkirin.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirr. PYD’ê jî diyar kir ku dê gel bi tenê neyê hiştin û banga piştevaniyê kir.
Mînîbûsa karkerên çandiniyê li navçeya Erdemliyê qeza kir û di encamê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê wan leza xebata xwe zêde kiriye û got: "Divê em êdî berjewendiyên malbatî û partîyî bidin aliyekî û li ser maf û statuya gelê Kurd bisekinin. Dibe ku ramanên me ji hev cuda bin, lê divê em di hin mijaran de bibin yek; ev xeta me ya sor e."
Gelê Mexmûrê ku xwe li gorî paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibe, ji bo vegerê li benda sererastkirinên qanûnî ye. Hevseroka Meclisa Gel Fîlîz Bûdakê got: "Di her kêliya hûnandina vê jiyanê de şopa paradîgmaya Rêber Apo heye."
Siyasetmedarên ku banga mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bê lidarxistin kirin, gotin: "Armanca mitînga me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna tavilê biryara 'mafê hêviyê' ya DMME'yê ye."
Jinên meşvanên azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin û her wiha daxwaza aştiyê û ji bo hemû gelan doza wekheviyê kirin.
16 baroyên li Kurdistanê encamnameya civîna xwe aşkera kirin û gotin ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd, divê serweriya hiqûqê esas bê girtin.
Ferîdûn Kurt ê ku piştî 30 salan di 1’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliye bû, li bajarê xwe Rihayê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Kurt, got: “Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin û têkoşîna me dê bidome.”
Girtiyê nexweş Abdullah Guven ku di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wî lê hat ferzkirin, ev sepan red kir. Guven, bêyî were tedawîkirin dîsa vegerandin girtîgehê.
Di şîna endama YJA Starê Zeynep Kayayê ya li Elkê de peyama “Bîranînên wê em ê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn” hate dayin.