ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:01 23/1
Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir.
Dewleta tirk gundê Bûbî yê navçeya Zirganê û gundê Bîr Hiso yê Kobanê bomberan kir.
Rojnameger Eylem Babayîgît ku îro hatibû binçavkirin, ev peyam parve kir: “Heqîqet, berxwedana me bi xwe ye. Dê berxwedana me bidome.”
Tehliyeya girtî Adnan Çelebî careke din bi hinceta “poşman nîne” û “neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 40 kes duh hatin binçavkirin. Binçavkirin, li Edene û Dêrsimê hatin protestokirin.
Li rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hate destpêkirin.
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê diyar kir ku rapora têkildarî Rojîn Kabaîşê kêm e û pirs nehatine bersivandin.
40 endamên ESP, SKM û SGDF'ê ev 2 roj in binçavkirî ne.
Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Esaad Hasan Şeybanî, bi zimanê Kurdî daxuyanî da û wiha got: “Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin.”
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 mehan eşkere kir. Şaxa ÎHD’ê got ku li girtîgehên behsa xeberê hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.
Jinên ku tev li çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bûn wiha gotin: “Qeyûm rewa nîne, qeyûm xesp e.”
Nasnameyên 45 kesên di şewata Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkayayê de jiyana xwe ji dest dayin eşkere bûn.
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd bêçareserî û bêalternatîf nînin û ji bo bangawaziyên bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin wiha got: “Heke kesên van bangan dikin cidî bin, wê demê bila li gorî gotinên xwe tevbigerin û gavan biavêjin.”
Ciwanê bi navê Furkan Ozen ku li navçeya Akdenîzê polîsan tundî lê kiribûn, diyar kir ku wesayîta zirxî daye ser wî û tevî ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin jî bijîşkê nexweşxaneyê ew muayene nekiriye.