Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
- rojane
- 09:01 08/1
Girtiyê nexweş Fîkret Erden ê ku 5 sal in di girtîgehê de tê girtin, rêveberiya girtîgehê 2 sal in kincên wî yê zivistanê nadê. Dayika wî Sidika Erdenê got: "Her carê reng dikin hincet û ev 2 sal in kincên zivistanê, pêlav û stûmalê nadin û paşve ji me re dişînin."