Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
- rojane
- 11:11 24/12/2024
Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”