‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
- rojane
- 15:05 05/11/2024
Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.”
Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.”
Parlamenterê DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û ji parlamenterên AKP’ê re got: “Hûn wek desthilatdariyek darbekar di nav dîrokê de cih digirin.”
Li Xelfetiyê berxwedana gel a dijî qeyûm di roja duyemîn de didome. Parlamenter Mîthat Sancar axivî û got: “Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.”
Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê doz vekir.
Li dijî xespkirina şaredariyan li ser platforma medyaya dijîtal X’ê bi dirûşma #SeçimleGeldikKayyımlaGitmeyiz kampanyaya hashtagê hate destpêkirin.
Serokê TBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo Meclis sererastkirina têkildarî qeyûman betal bike ketine nava tevgerê û wiha got: “Bi sepanên êdî sîstematîkbûyîn re azadiya bijartin û hilbijartinê hatiye tunekirin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, diyar kir ku şaredarî bi ked û erêkirina gel bi dest xistine û wiha got: “Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şarederiyê ji me bistîne.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û got ku dê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku yên çareseriyê dixwazin divê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin.
Serokê Bariya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Girseya ku ji gelek noqteyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Êlihê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Şaredariya Êlihê ve meşiyan, daxuyaniyê dide.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Xelfetiyê berxwedan li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Devlet Bahçelî bi şertê ku Abdullah Ocalan “fesxkirina rêxistinê” xwest bê Komcivîna DEM Partiyê û got: “Ez li pişt gotina xwe me. Ez di pêşniyara xwe de bi israr im.”
Derheqê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û hate girtin, bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
TJA'yê di deklarasyona xwe ya 25'ê Mijdarê de wiha got: "Jiyana azad dê bi jinên azad pêk bê û civaka azad dê bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Em tevahiya jinan vedixwînin kolanan ku em ê çiraya azadiyê vêxin."