ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
- rojane
- 09:00 18/12/2024
Meşvanên “Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” di civînên gel ên li Xelfetî û Pirsûsê de armanca meşê rave kirin û gotin: “Rêya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî me ye.”
Di çalakiya nobedê de ku li ser sînorê Qamişlo li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku çareserî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.
Ketina şaredariyê ya hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk tê astengkirin û Sonuk got ku li pişt barîkatên polîsan dizî, talan û wêrankirina çandî heye.
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Husnu Ondul jiyana xwe ji dest da.
BES-AR’ê daneyên birçîtî û xizaniyê yên meha Kanûnê eşkere kir. Serokê Giştî yê BES’ê Ozer Avanaş got ku dê mûçeyê kêmtirîn di sala 2025’an de di bin sînorê birçîtiyê de be.
Dewleta tirk gundên Bîrxat û Îbrahîm Kurdo yên li rojavayê Girê Spî bombebaran kir.
Bi pêşengtiya TÎHV û Şaxa ÎHD’a Stenbolê û di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert hatin şandin.
Jiyan Ateş a ku tehliyeya wê 8 caran hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê derket.
Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û li dijî êrişan banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 5’an de didome.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bang li Meclisê û partiyên siyasî kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyê li xwe bigirin û xweste Meclis bi vê rojêvê bicive.
Di serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de 4 kes hatin binçavkirin.