Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
- rojane
- 14:00 21/3
Li ser navê Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç di Newroza Amedê de axivî û got: “Divê îktîdar li hemberî banga dîrokî ya birêz Ocalan gavan biavêje.”
Li ser navê Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç di Newroza Amedê de axivî û got: “Divê îktîdar li hemberî banga dîrokî ya birêz Ocalan gavan biavêje.”
Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin û gotin ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gav bên avêtin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin.
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, bi sed hezaran kesên li qada Newroza Amedê hate guhdarîkirin.
“Trena Aştiyê” ku bi pêşengtiya şandeya Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê ji Enqereyê bi rê ketibû, gihişt Amedê.
Qada pîrozbahiyê ya Newroza Amedê tije bûye. Bi sed hezaran kesên li dora agirê Newrozê civiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Nûnerên partiyên siyasî yên tev li Newroza Amedê bûn bal kişandin ser banga dîrokî û anîn ziman ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Amedê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate pêxistin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû Cejna Newrozê pîroz kir.
Cihê pîrozbahiya Newrozê ya Eskîşehîrê ku dê di 23’yê Adarê de were lidarxistin, hate guherandin. Newroz dê li Qada Cumhuriyetê bê lidarxistin.
Newroza Azadiyê ya Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo têkevin Parka Newrozê li noqteyên kontrolê disekinin û coşa li qada pîrozbahiyê her ku diçe zêde dibe.
Serokê Komîsyona Pardarî û Saziyên Girêdayî wê yên Meclisa ÎBB’ê Ertan Yildiz hate binçavkirin.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Amedê bi beşdariya bi sed hezaran kesan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.