DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
- rojane
- 13:11 11/10/2024
DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhildan Andan da û xwest tavilê were berdan.
DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhildan Andan da û xwest tavilê were berdan.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest ku komîsyon bikeve nava hewldanên dawîanîna mevzuata dijî hiqûqê.
Rojnameger Mûrat Verîm ku li Kerboranê hatibû girtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.
Girtiyê nexweş Onur Yilmaz ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bucayê tê ragirtin, ji ber ku daxwaza wî ya tedawiyê nehate bicihanîn, 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiya Stenbolê Tûran Kizilkaya diyar kir ku ji mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin re amade ne û got: “Em ê bi girseyeke zêdetirî hezaran kesan di 12’ê cotmehê de bikevin rê.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku cezakirina miwekîlê wî Selçûk Mizrakli ne bi delîlên şênber hatiye kirin û got: “Dadgehê, helwesta siyasî ya Selçûk Mizrakli ceza kir.”
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de raporên lêkolînkirina materyalan hate xwestin û danişîn taloqî 25’ê kanûnê hate kirin.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer Eda Onal ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê cihêkariya di qanûna înfazê de bê rakirin û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan.
Rojnameger Azîz Koylûoglû, diyar kir ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bên kirin dê siyaseta pêşerojê ya herêmê diyar bike û got: "Li herêmê du xet hene, yek YNK'ê ya ku bi welatparêziyê derdikeve pêş, ya din jî PDK'e ya ku bi xiyanetê derdikeve pêş. Gel dê welatparêziyê hilbijerê an xiyanetê hilbijêre dê diyar bibe.”
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran der barê windabûna Rojîn Kabaiş de axivî û got: “Têkildarî windabûna Kabaîş ji destpêkê ve xemsarî û guman hene. Rêvebirê wargehê xwe berpirsiyar nabîne, rektorê zanîngehê jî bi heman awayî tevdigere. Ev jina ciwan li cihê herî ‘bi ewle’ winda bû. Hûn ê vê yekê çawa rave bikin?”
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç diyar kir ku rêya xelasiyê ya krîzên piralî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û banga mitînga 13'ê cotmehê ya li Amedê kir.
Girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ji ber lêgerîna li hundirê dev û lêgerîna tazî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Yaşa yê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê sedemê nexweşiya wî dereng hatiye teşhîskirin.