'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
- rojane
- 21:30 08/10/2024
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser platforma X'ê kampanyaya hashtagê hat destpêkirin.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser platforma X'ê kampanyaya hashtagê hat destpêkirin.
Li Mêrdînê di çalakiya "dawî li tecrîdê bînin" de wiha hat gotin: “Yê ku aştiya bi rumet bîne Birêz Abdullah Ocalan e.”
Amadekariyên ji bo “Mitînga Azadiyê” ya Amedê berdewam in. Li Amedê bi beşdariya parlamenterên DEM Partiyê li kolan û bazaran broşur hatin belavkirin û gel vexwendin mitîngê.
Piştî gotina Erdogan a “Hedefa piştre ya Îsraîlê dê Tirkiye be”, pêşniyar hatibû kirin ku Meclis bicive. Pêşniyar hate qebûlkirin û rûniştina girtî ya li Meclisê dest pê kir.
Serdema 4’emîn a atolyeyên “Rojnamegeriya krîzê” ya ji aliyê DFG’ê ve bi armanca zêdekirina şarezatiya rojnamevanên ciwan tê lidarxistin, dest pê dike.
AKP û MHP ya pêşniyazpirsên DEM Partiyê û CHP’ê yên ji bo lêkolînkirina cînayetên zarokan dabûn red kiribûn li ser zextan qebûl kir ku komîsyon bê avakirin.
ÎHD’ê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê daxuyanî da û wiha bang li NY’ê kir: “Qirkirinê bidin sekinandin.”
Gora Cem Garîpoglû yê di sala 2009’an de Munevver Karabûlût qetil kir, bi biryara dozgeriyê hatibû vekirin. Hate diyarkirin ku hestiyên di gorê de aydê Garîpoglû ne.
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di dema darbeya leşkerî ya 1980’yan de îşkenceyên giran lê hatin kirin bi maşîneyên kar tê hilweşandin. Hevserokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak wiha got: “Heke nava hafizayê were valakirin dê îşkenceya dermirovî were veşartin.”
Di danişîna derbarê nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê hatiye vekirin de ji “rêze propagandaya rêxistinê” ceza hate xwestin.
Danişîna ewil a doza Suleyman Salgucak ku bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsên ji bo dengdayînê hatibûn veguhestin dabû, hat lidarxistin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, gotinên Devlet Bahçelî yên “aştiya navxweyî” weke “Ev li pey lîstikên nû ne” şîrove kir û ji bo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev bang kir: “Bila Erdogan û Ozgur Ozel bigire gel xwe biçin Îmraliyê. Keremke Îmrali li wir e.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got ku ew ji bo aştiyeke birûmet, ji muzakere û guftûgoyê re amade ne.
Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.