Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
- rojane
- 12:54 01/10/2024
Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel a li navçeya Xana Axpar winda bûbû hate dîtin.
Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel a li navçeya Xana Axpar winda bûbû hate dîtin.
Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursun ku 32 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên nexweş e, cara 4’emîn hate taloqkirin.
Li gundê Cifanê keseke ku nêçira kewan dikir hat cezakirin. 17 hezar û 782 lîre cezayê pere lê hat birîn.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel ku li navçeya Xana Axpar winda bûye hatine destpêkirin didomin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Alman Lars Klingbeil ê serdana DEM Partiyê kir, wiha got: “Em tayînkirina qeyûman û bêfonksiyonkirina meclisên şaredariyan qet rast nabînin.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Divê Meclis bibe meclisa çareserkirina pirsgirêka kurd. Me amadekariyek taybet û berfireh li ser budçeyê kiriye. Em ê mafê budçeyê yê gel biparêzin.”
Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên herêma Serhedê, tecrîda li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe. Hat diyarkirin ku tedawiya girtiyan nayên kirin û di mijara av û xwarina bi hîjyen de pirsgirêk hene.
Kurd û dostên wan 26 sal in li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Pêvajoya berxwedanê ya ku bi çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" dest pê kir, îro jî bi kampanyaya "azadî"yê dewam dike.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran bi koda zer û ji bo 3 bajaran jî bi koda pirteqalî hişyariya barîna zêde kir.
Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Bavê Rojîn Kabaîş, Adem Kabaîş got ku heke ji windabûna keça xwe zû bihatina agahdarkirin dê rewş cuda bûya. Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û xwest her kes xwedî li Kabaîş derkeve û ji bo dîtina wê seferber bibe.
Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salîh Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ziman bidomînin û got: “Divê em xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin.”
Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên kurdî bikin.”
Rêveberên DEM Partiyê yên ji bo mitînga “Azadiyê” li Stenbolê bûn seferber, diyar kirin ku armanca wan ew e ku 50 wesayîtan bişînin û banga “Em berê xwe bidin Amedê û li wir kom bibin."