Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
- rojane
- 10:04 29/9/2024
Înîsiyatîfa Ji Nagihan Akarsel re Edaletê diyar kir ku tevî gelek delîl û îtîrafan ku rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi organîzeya rayedarên Tirkiyeyê hatiye kuştin jî tenê tetîkkêş Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye cezakirin. Înîsiyatîfê xwest ku kesên cînayet teşwîq kirin jî bên darizandin.