ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 26/10
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ra gihand ku di êrişên Tirkiyeyê de bi giştî 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 sivîl canê xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne.
Ramazan Aktaş ê li Mêrdînê serê sibehê di serdegirtina malekê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê wek “qirkirin û piştgiriya terorîstan” pênase kir.
Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Nizar Amêdî ji wezîfeya xwe îstîfa kir û wek Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Bexda hate diyarkirin.
Li navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaetekê asansor bi ser du karkeran de ket û karkeran jiyana xwe ji dets da.
Beriya maça Amedsporê û Pendîksporê ya li Îdirê dê bê lîstin, biryara qedexeya alîgiran hat dayîn. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ragiand ku qedexe hatiye rakirin.
Di doza endamên DÎAYDER'ê de ku hat lidarxistin, li 12 kesan 6 sal û 3 meh û li 4 kesan jî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê hatibûn girtin. Dadgehê derbarê her 9 kesan de biryara berdanê da.
Beriya maça di navbera Amedspor û Pendîksporê ya li Îdirê de, biryara qedexeya alîgiran hate dayin. Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi got ku heke biryar neyê betalkirin ew ê dernekevin maçê.
Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê ji bo dermankirinê hatibû taloqkirin, piştî biryara girtinê ya Dozgeriya Mûşê li Amedê hate binçavkirin û girtin.
Cenazeyê Ramazan Aktaş ê hate îdiakirin ku di pevçûna li maleke navçeya Artûklûyê de jiyana xwe ji dest daye ji aliyê malbata wî ve hate teşhîskirin.
Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê li Şaredariya Rezanê tayîn kiribû, ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar aniye” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn
Saziyên Sivîl ên Civakî yên Wanê ku ji bo Serhat Temîzer daxuyanî dan, dan zanîn ku Temîzer ji ber nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye û diyar kirin ku ew dê şopînerên bûyerê bin.
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan navend hedef hatin girtin. Li gorî daneyên SOHR’ê, di êrişan de 27 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.