DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
- rojane
- 16:47 07/9/2024
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê û şandeya pê re, serdana malbata Reşît Kîbar ê dema axa xwe diparast hate kuştin kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê û şandeya pê re, serdana malbata Reşît Kîbar ê dema axa xwe diparast hate kuştin kirin.
Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û li Stenbolê banga berdana Hasan Ruzgar, li Îzmîrê banga berdana Hatîce Yildiz û li Enqerê jî banga berdana Abdulkadîr Kuday hat kirin.
Li navçeya Qilebanê leşkerek çawişê pispor li ser wesayîta xwe ya Toros, remza JÎTEM’ê xêz kiriye û bi vê wesayîtê li navçeyê digere.
Birayê Kenan Bîlgîn ê beriya 30 salan hat windakirin Îrfan Bîlgîn ê di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bertek nîşanî barîkatên li Qada Galatasarayê dan û wiha got: “Em bi wan serbilind in, hûn jî ji van bariyerên li piştê şerm bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku reçeteya vê aloziya diqewime “Netewa demokratîk” e û got: “Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bûye hêvî.”
Malbatên Windakiriyan li Amedê xwestin faîlên Mehmet Sîncar, li Êlihê jî faîlên Mehmet Emîn Çelîk bên dîtin.
Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bû, 18 roj in nayê dîtin. Xebatên lêgerînê yên Guran berdewam dikin.
Li gundê Tilehferîk ê navçeya Cizîrê di navbera 2 malbatên ku dijminên hev bûn de şer derket û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor diyar kir ku dê bi dirûşma “Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike” komxebatekê li dar bixin û anî ziman ku di encama nîqaşên bên rêvebirin de dê seferberiya rêxistibûnê bidin destpêkirin.
Komîteya Mafên Zarokan a NY’yê ku serlêdana ji bo 6 zarokên dewleta tirk li Deriyê Sînor ê Xabûrê dabû sekinandin ji dewleta tirk daxwaza parastinê kir. Prz. Şûle Recepoglû wiha got: “Ev serlêdaneke li dijî Tirkiyeyê ye û hatiye qebûlkirine.”
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 5.0’an erdhej çêbû.
Hevserokê GOÇÎZDER'ê Huseyîn Kiliç û parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk diyar kirin ku biryara sekinandina malên komeleyê li derveyî hiqûqê ye û gotin ku biryar bi saîqên siyasî hatiye dayin, lê ew ê xebatên xwe bidomînin."
Civaknas Azad Bariş destnîşan kir ku wê bi "peymana ewlehiyê" ya di navbera Bexda û Enqereyê de hemû destkeftiyên kurdan hedef bên girtin û got: "Di vê de roleke mezin a PDK'ê jî heye."
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di sempozyûma çandiniyê ya li Wanê de axivî û destnîşan kir ku di qada çandiniyê de li Kurdistanê polîtîkayên taybet hatin bikaranîn û ew dikarin li dijî polîtîkayên şaş bi polîtîka alternatîf, modelên rêxistinkirinê û têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin.
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku ji ber "poşmanîtiya" lê hat ferz kirin qebûl nekir û berdana wî 5 caran hatiye taloqkirin, di 2'yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. Îşçî têkildarî çalakiya xwe ji ÎHD'ê re nameyek nivîsand û di nameyê de diyar kir ku heya daxwazên wî bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomîne.