Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
- rojane
- 10:01 20/8/2024
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an serî li CPT’iyê da. Buroyê diyar kir ku prosedura ji bo Îmraliyê nayê bicihanîn ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn û xwest bi lezgînî serdanek ad hoc ango xweser li Îmraliyê pêk bîne.