Instagram hate astengkirin
- rojane
- 08:38 02/8/2024
Li Tirkiyeyê platforma medyaya dijîtal Instagram hate astengkirin.
Li Tirkiyeyê platforma medyaya dijîtal Instagram hate astengkirin.
Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 50’î de berdewam kir. Di nobetê de peyama, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hat dayîn.
Di daxuyaniyê li emberî êrişên li ser kurdî de wiha hat gotin: "Hûn nikarin dest bidin zimanê me, çanda me û dîlanên me."
5 kesên bi hinceta govenda kurdî li navçeya Pîranê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Leşkerên Îranê li Merîwanê kolberê kurd Assad Afranjehî qetil kirin.
YPJ’ê 2 jin û zarokeke êzidî yên ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin rizgar kir.
Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê SÎHA’yek kete xwarê.
15 baroyên li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî daxuyanî dan û wiha gotin: “Ev nêzîkatiya bextreş a li dijî hebûn û zimanê milyonan welatiyên li welatê me dijîn, şêweyekî bêtehamulîyê bêhtir tiştekî din nîn e.”
Ji 6 kesên duh li Îzmîrê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan.
Cîgira Serokê Giştî yê PIA’yê Menîce Gulmez bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyên bi kurdî û binçavkirinên di çarçoveya gerandina govendan hatine kirin da û wiha got: “Heke dewlet dê bibe dewleta her kesekê divê dest ji xurandina birînan berde, başkirina bîrînan ve mijûl bibe.”
Karkerên bipeyman ên Şaredariya Panosê, beravêtiyên paş de tên vegerandin kom kirin. Hat îdiakirin ku Şaredar Abdulhalik Takşin ê peymana karkeran betal kiriye, beravêtiyên karkeran kom kirine daye şewitandin.
Îsraîlê ragihand ku fermandarê Tûgayên Îzettîn el Kassamê ku baskê çekdar ê Hamasê ye, Muhammed Deîf hatiye kuştin.
Birîna daran a li Çiyayê Gabarê hatiye destpêkirin bênavber didome. Darên bi sedan salan emrê wan heye tên birîn û dibin noqteyên cuda.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Hat ragihandin ku li herêma Omeryanê ya Nisêbînê ku weke “Herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin, pevçûn derket.