Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
- rojane
- 16:07 27/7/2024
Li Bazîdê bi hinceta govend û stranên kurdî 7 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Li Bazîdê bi hinceta govend û stranên kurdî 7 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Endama ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, hişyar kir ku jiyana Hatîce Yildiz (75) a ji ber nexweşiya demansê ji bîr kirina wê zêde dibe, di xetereyê de ye.
Hate diyarkirin ku cenazeyên 4 kesên ku di bombebarana li navçeya Berwariyê de jiyana xwe ji dest dane, anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê destnîşan kir ku jiyana girtiyê nexweşê giran Kûtbettîn Menteş ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin xetere ye û divê were berdan.
Dayikên Şemiyê yên faîlên Ayten Ozturk a beriya 32 salan li Dêrsimê hate qetilkirin pirsîn, diyar kirin ku ji bo hemû windakiriyan dest ji lêgerîna edaletê bernadin.
Li Stenbolê herî kêm 11 kesên ku di dawetên dîrokên cuda hatine kirin de ligel stranên kurdî govend gerandine, hatin binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê aşkere kir ku di 10 rojan de 4 jê jin bi komî 27 kes hatine darvekirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê pere yê bi hinceta “heqaretê” derbarê Emîne Şenyaşar de hatibû dayîn xera kir û biryara jinûve darizandinê da.
Di çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan de peyam hate dayîn ku heta faîlên kesên di salên 1990’î de hatine windakirin û qetilkirin bên darizandin dê têkoşîn bidome.
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser erdheja duh çêbû ev hişyarî kir: “Tê payîn ku di navbera Erzîncan û Karliovayê de bi ser pileya 7’an dê erdhej çêbibe.”
6 jinên ciwan ku li navçeya Misircê di dawetekê de govendê digerînin, piştî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin.
Şahida dawî ya bûyera Geliyê Sefo, Bedîle Demîrbacak ku di dema qetlîamê de 10 salî bû, bal kişand ser zilma dewletê û da zanîn ku leşkerên ku 33 kes qetilkirin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin.
Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik, bal kişand ku jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di bin rîskê de ye û wiha got: “Divê raya giştî ya cidî bê afirandin û ev nexweş bên dermankirin.”
Evîn Tan destnîşan kir ku bavê wê yê 62 salî ku ev salek e girtî ye, di demên dawî de hişê xwe winda dike, kîlo daye, ji ber sewqî nexweşxaneyê nakin, nexweşiya wî nayê zanîn û da zanîn ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin.
Siyasetmedarê DBP’î Mehmet Reşît Înce, îşaret kir ku şer bi gelên Tirkiyeyê dide winda kirin û wiha got: “Divê saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya dagirkeriyê dengê xwe derxînin.”