Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
- rojane
- 15:48 11/7/2024
Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê hate şermezarkirin.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê hate şermezarkirin.
Sebahat Tûncel a serdana ESP’ê kir, bal kişand ser têkoşîna yek girtî û wiha got: “Pêdiviya me bi nîqaşa em ê bi hev re jiyanê çawa ava bikin heye.”
TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj roja ku her kes li cihê lê ye rabe ser piyan e.”
Şandeya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo rewşa êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe lêkolîn bike çû Hewlêrê.
Abdullah Bîrogûl yê ku xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, jiyana xwe ji dest da. Dihat îdiakirin ku bi awayek “xemsarî” miriye. Lê xizmên wî îdiaya mirina xemsariyê derewandin.
Di daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de cih girt, hate diyarkirin ku li Qada Girê Bahar helîkoptereke Skorskyê hatiye xistin.
Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadoluyê ya Şaxa Mêrdînê, zaroka 13 salî bi tacîza zayendî re rûbirû maye. Lêpirsîna ku li ser gilîkirinê hat destpêkirin, veguherî dozê.
OHD’ê aşkere kir ku îşkence û tacîza zayendî li 11 kesên ku li gundê Marînê yê Nisêbînê hatibûn binçavkirin hatiye kirin.
Îdiayên dozgerê ji “FETO lêgerîna wî heye” kirin hinceta cezabirîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.
Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku heta malbata Barzanî hebe wê gelê kurd rehet nebe û got: “Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê ji balefirên dewleta tirk re diyar dike. Ev şerma giran e."
Li ber deriyê mala Serokê Meclisa Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Geverê Tîmûr Sevî bi çekê êrişî wî kirin.
Çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê kampanyaya hashtaga ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 40 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê “dagirkeriye” û wiha got: “Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek xiyanet e ya din jî eniya berxwedanê ye. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”
Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişên Tirkiyeyê metirsiyek mezin e û got: "Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê sûcê şer dike."