Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
- rojane
- 17:29 30/6/2024
Tirkiye gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kir. Piştî êrişê li herêmê şewat derket.
Tirkiye gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kir. Piştî êrişê li herêmê şewat derket.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya Tifaqa Pêşverû de axivî û wiha got: “Eşkere ye ku divê pêvajoya em jê derbas dibin jin hevdu himbêz bikin. Têkoşîna bêyî sînor a jinan, para me ya hevpar e.”
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Malbatan diyar kirin ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li navçeya Torbaliyê di qata zemînê ya avahiyekî de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû. Di teqînê de 3 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Ji ber ku Mehmet Nacî Yilmaz lihevkirina polîsê bi navê G.L. a “20 hezar lîreyan bexşê ji bo Komeleya Şehîd Gaziyan bike” qebûl nekir, du caran cezayê wî hat zêdekirin û salek û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajar 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî êrişên li Amedê li dijî gel tên kirin da û wiha got: “Em dibînin ku zîhniyeta di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kirî dîsa derdikeve holê. Îro jî bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketin holê.”
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê bi rojnamegeran re civiya. Tekçe, li dijî tayînkirina qeyûman peyama mezinkirina piştevaniyê da.
Danişîna doza rojnameger Silêman Ehmed ku li Dihokê tê ragirtin, bi hinceta nexweşbûna dadger hate taloqkirin.
“Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê daye destpêkirin dest pê kir.
Wezareta Çand û Turîzmê li Wanê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Wanê” li dar xist. Fîrmaya organîzator a paqijiya qadê nekirî, qad di nava gilêşî de hişt.
MEB’ê bi “Rêziknameya vekirin û girtina saziyan” re destûr da kargehan ku dibistanan vekin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zeynep Kinaci nirxandina “Manîfestoya jiyana me ye” dike û wiha dibêje: “Em ji bo xwe ji hêzên zalim ên neheq, çavtarî û ji bilî rûxandin û tunekirinê tu armancên wan tune ne biparêzin vî şerî dikin. Lê şerê me yê esasî ji bo wê ye ku wateyeke bidin jiyana xwe ya hatiye tunekirin.”
Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan baş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan.
Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku wê hewldanên wan ên hiqûqî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Wê serlêdanên me yên li baroya ku ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li Wezareta Dadê bidin, bidomin."