Li Qerejdaxê şewat derket
- rojane
- 20:37 23/6/2024
Di şewata ku li herêma Qerejdaxê ya di navbera navçeyên Xana Axpar û Wêranşarê de derket, zêdeyî hezar donim erd şewitî. Welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandin û helîkopterek sewqî herêmê hat kirin.