Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
- rojane
- 09:32 16/6
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bingeha kolektîfbûnê” derket.
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bingeha kolektîfbûnê” derket.
Kêla gora Idrîs Turan ê HPG’î ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate texrîbkirin. Bav Sadik Turan bertek nîşan da û got: “Heke daxwaza wan xwişk-biratî be, wê demê divê pêşiya vê bigirin.”
Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş hewceye demildest gav bên avêtin û gotin: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”
HDK’ê bi daxuyaniyekê kesên di Komkujiya Seyfo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku hevrûbûna bi komkujiyê re ji bo aştiya civakî girîng e.
Li gundekî navçeya Qubînê ya Êlihê şaneşîneke avahiyekî kete xwarê û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di panela li Rihayê de axivî û got: “Bi avakirina komîsyona li Meclisê re dê pêşiya gavên pêwîst were vekirin.” Veysel Avci jî got: “Dewlet jî di nav de her kesî hêviya xwe girêdayî birêz Ocalan kiriye. Mafê hêviyê bi qasî mafekî hiqûqî, ewqas jî mafekî siyasî û civakî ye.”
Hevserokê GOÇ-DER’ê Mûrat Sari bi bîr xist ku bi milyonan kes neçarî koçberiyê hatine kirin û got: “Em mafên xwe yên hatine xespkirin, gundên me yên hatine velakirin, malên xwe me yên hatine şewitandin û civaka xwe ya ji hev hatiye parçekirin dixwazin.”
Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya ewil a Meclisa Partiyê li dar xist.
Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Îranê gefê li tevahiya herêmê dixwe û got, "Çareseriya pirsgirêkê di avakirina rêveberiyeke demokratîk, azadîparêz û adîlane de ye."
Malbatên endamên PKK’ê ku ji hêla PDK’ê ve hatine girtin, xwestin aqûbeta zarokên xwe bizanin, Barzanî guh bide wan û daxwazên wan bicih bîne.
Koordînatorê Navenda Lêkolînên Firatê Welîd Çolî diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê şerê hevsengiyê yê li Rojhilata Navîn e û got: “Çareserî, stratejiya birêz Ocalan a Rêya Sêyemîn û nirxandinên wî yên têkildarî herêmê ne.”
Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurd di çarçoveya 'Hevdîtinên Banga Aştî û Civaka Demokratîk' de li hevdîtin pêk anîne û partiyên siyasî yên Kurd dixwazin şandayekê ava bikin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Firat Erbaga ku 2 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin, diyar kir ku binpêkirinên giran li dijî wan tên kirin û banga hestiyariyê kir.