AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
- polîtîka
- 16:24 19
Piştî biryara komîsyonê ya bi rojeva serdana Abdullah Ocalan, CHP û AKP’ê jî biryar da ku bi endamên xwe re bicive.
Piştî biryara komîsyonê ya bi rojeva serdana Abdullah Ocalan, CHP û AKP’ê jî biryar da ku bi endamên xwe re bicive.
Çavkaniyên DEM Partiyê îdiaya ku dibêjin ger komîsyon der barê serdana Îmraliyê de biryareke erênî bide, Ozgur Ozel dê serdana Selahattîn Demîrtaş bike, piştrast kirin û gotin ku ger ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere, ew ê li dijî CHP'ê helwestê bigirin.
Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, bal kişand ser daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî “Îmraliyê” û got: “Heke pêdivî pê hebe, ez jî dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.”
Serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Heta niha pêşketinên erênî, hêviyê didin û wêrek hatine bidestxistin.”
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan li Amedê bi çapemeniyê re civiya û bang li komîsyonê kir ku demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Feti Yildiz da zanîn ku komîsyon dê di civîna xwe ya roja Înê de der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan de biryarê bide.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç têkildarî vekişîna gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji Zapê nirxand û got: “Çawa ku aliyê Kurd gavan diavêje, hewceye dewlet jî bi heman awayî gavan biavêje û Abdullah Ocalan azad bibe.”
Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku hewcehî pê heye di pêvajoyê de gavên pêbawer bên avêtin û got: “Em mecbûr in ku bi hev re Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî heye ava bikin.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê da û got: “Heke hûn bixwazin encamên dîplomasiya di serdema Esat û piştî Esat hatiye meşandin bibînin, em pêşniyar dikin ku hûn li Qibrisê binêrin.”
Zanyarê siyasetê Levent Koker, diyar kir ku daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî Îmraliyê nîşaneya xwedîdekretina li pêvajoyê ye û got: “Hevdîtina şandeya komîsyonê ya bi Ocalan re êdî veguheriye bendewariyeke cidî.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara dawî civiya.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî çûna komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got: “Biryara di vê mijarê de bi temamî ya komîsyonê ye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Bahçelî, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî çûna Îmraliyê wêrektiya berpirsyariyeke dîrokî nîşan daye û got: “Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê.”
Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê Çaglar Çaglayan destnîşan kir ku dosyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne hiqûqî, siyasî ye û got: "Li vî welatî rojên pir tarî hatine derbaskirin û em ê vê jî derbas bikin. Bila kes xem neke."