Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye

img
STENBOL - Rojnamevan-nivîskar Aydin Engîn diyar kir ku nakokiyên di nava partiyên muxalefet de desthilata AKP’ê qayîm dike û wiha got: “CHP jî Partiya ÎYÎ jî Partiya Saadetê jî dizanin ku heta piştevaniya dengê kurdan nebe nikarin desthilatê têk bibin. Lê ne xwediyê wê wêrektiyê ne ku tişta pêwîst bi cih bînin.”
 
Polîtîkayên eskerî û ewlehiyê yên perçeyekî israra bêçareseriya pirsgirêka kurd in û Tirkiyeyê ber bi qeyraneke kûr ve dibin. AKP’ê bi “Plana Çokdanînê” pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û polîtîkayên eskerî bi leztir kirin. Di nava 6 salên derbasbûyî de ev polîtîka bûn sedemê qeyranên aborî, civakî û siyasî. Partiyên muxalefetê jî li dijî van polîtîkayan bi awayekî cidî dij derneketin.
 
AKP’ê di vê pêvajoyê de hemû saziyên dewletê xistin bin kontrola xwe. Di serî de CHP, partiyên din ên mûxalefetê jî hem di nava xwe de hem jî nêzîkatiyên wan ên bi nakokî yên li hemberî pirsgirêka kurd û tevgera siyasî ya kurd karê desthilatê hêsantir kir. 
 
Rojnameger û nivîskar Aydin Engîn ku ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) a di sala 1990’an de hat avakirin heta niha tevgerên siyasî yên kurd dişopîne derbarê êrişên AKP’ê yên li ser kurdan, nakokiyên di nav partiyên muxalîf ên weke CHP û Partiya ÎYÎ de û nêzîkatiya wan ya li dijî van êrişan û rewşa ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de nirxand.
 
PIŞTÎ KU HESABA WÎ YA KURDAN HEV NEGIRT…
 
Engîn diyar kir ku her tim di îslama siyasal a li Tirkiyeyê de damareke netewperestiyê heye û wiha got: “AKP’ê jî tu car ji vê demarê ne veqetiya. Hesabên Erdogan ên fêlbaz ku ‘ez dikarim ji xwe re çi derxînim’ hebûn. Pêvajoya çareseriyê jî bi hesaba ‘ez ê çawa dengê kurdan bi dest bixim’ dest pê kir. Em îro dibînin ku ev hesab çiqas qirêj in. Wê demê bi awayekî hosteyî dikarî veşêre. Gotina Erdogan a ‘me netewperestî xist binpiyan’ ku li Amedê anî ziman di gelek kesan de hêviyek afirand. Lê Erdogan dît ku HDP wê demê jî dev ji polîtîkayên xwe yên serbixwe berneda. Piştî ku Erdogan dît ku dengê kurdan ji wî re naçin maseya çareseriyê qeliband. Heta ku pêşengên AKP’ê yên pêvajoya çareseriyê bi rêve dibin jî tasfiye kirin.”
 
ŞÛNA GIRTINÊ TASFIYEYA KADROYÎ
 
Engîn destnîşan kir ku Erdogan ewqas fêlbaz e ku dizane dema HDP were girtin jî wê nikarin pêşiya partiyeke nû bigirin, ji ber wê şûna partî girtinê qadroyên partiyên yên tecrûbeyî bi girtin û qedexeyên siyasî bêbandor dike. Engîn girtinên ji operasyonên KCK’ê heta niha bi bîr xist û wiha axivî: “Niha HDP jî rabe hesaba siyasetmedarên hatine girtin bike nikare ji nav derkeve. Ji ber ku hejmar ewqas zêde ye.”
 
‘PARTIYEKE TEVLÎHEV NIKARE POLÎTÎKAYEKE XURT BI RÊ VE BIBE’
 
Engîn nêzîkatiya CHP’ê ya li hemberî HDP’ê nirxand û wiha berdewam kir: “Di nava CHP’ê de kesên netewperestiya tirk dikin xurttir in. Partiyeke ku nava wê tevlîhev nikare polîtîkayeke xurt bi rêve bibe. Di rewşeke wisa de CHP tenê di meclîsê de bi çend gotinan ji AKP’ê û MHP’ê re dibe bersiv. Mûxalefeteke wisa nabe.”
 
‘NE XWEDIYÊ WÊREKTIYÊ NE’
 
Engîn anî ziman ku Partiya ÎYÎ dixwaze ji derveyî xeta netewperest a MHP’ê xeteke nûjen xêz bike û wiha domand: “Em ji bîr nekin ku Meral Akşener li Kocaeliyê weke ‘Asena’ binav û deng bû. Di salên 1990’an de Wezîra Karê Hûndir bû. Ji ber CHP’ê şûna HDP’ê Partiya ÎYÎ tercîh kir nikare mûxalefeteke baş bi rê ve bibe. Di hundirê hemûyan de tirsek heye. CHP jî Partiya ÎYÎ jî Partiya Saadetê jî dizanin ku heta piştevaniya dengê kurdan nebe nikarin desthilatê têk bibin. 6 milyon û nîv hilbijêr hene. Di hilbijartinên pêşiya me de wê 2 milyon dengên hilbijêrên ciwanên kurd jî lê zêde bin. Ji ber wê yekê heta ev girseya hilbijêran nebe têkbirina AKP’ê ne gengaz e. Vê ew jî dizanin. Lê ne xwediyê wê wêrektiyê ne ku tişta pêwîst bi cih bînin.”
 
REWŞA HDP’Ê
 
Engîn destnîşan kir ku tevgera siyasî ya kurd di bin zextên giran de ne pêkane polîtîkayan hilberîne. Engîn diyar kir ku heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin aramî ne pêkan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her roja ku diçe qeyran kurtir dibin. Pirsgirêkeke herî mezin jî ji hev belavbûna mûxalefetê ye. Hatina ba hev ya beşên civakî yên heq, hiqûq, edalet û demokrasiye dixwazin, wê mûxalefetê jî ji polîtîkayên pasîf vegerîne.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan