Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike

img
ENQERE -  Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede, anî ziman ku wan pêşparastina HDP’ê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kirine û wiha got: “Me di parastinê de bandora darizandinê ya di daraz û demokrasiyê de anî ziman. Me xwest xalên ku bûne sedema doza girtinê ji aliyê Dadgeha Bingehîn ve bêne venêrtin.”  
 
Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî pêşparastina der barê doza vekirinê ya têkildarî partiya xwe de li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede, Endamê Komîsyona Hiqûqê Prz. Mavîş Aydin, Endamên Meclîsa Partiyê Prz. Dogan Erbaş û parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî amade bûn. 
Ewil di civînê de Prz. Mavîş Aydin, anî ziman ku ji bilî pêvekan 173 rûpel pêşparastin pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirine û wiha got: “Me nêzî 4 mehan bi hiqûqnasên navdar ên Tirkiyeyê û akademîsyenan re têkildarî doza girtinê xebat kir. Me li dijî dozê pêşparastin amade kir. Em ji bo ked û xebata akademîsyen û hiqûqnasan spas dikin.” 
 
 
Piştre Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede der barê pêşparastinê de nirxandin kir û wiha got: “Ev pêşparastin berhema kedek kolektîf a 4 mehan e. Me pêşparastin pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir. Di dîroka sîyasî ya Tirkiyeyê de ev doz, ne dozeke yekemîn e. Gelek caran der barên partiyên siyasî de dozên girtinê hatin vekirin.” 
 
DER BARÊ  451 KESAN DE QEDEXEYA SIYASÎ HEYE
 
Dede, anî ziman ku ew di pêşparastinê de li ser girîngî û wateya dozê ya di daraz û demokrasiyê de rawestiya ne û wiha got: “Me xwest beriya ku Dadgeha Destûra Bingehîn doza girtinê lêkolîn bike, xusûsên ku berê li ser rawestde li ber çavan bigire. Mînak li gorî xala 102’an a zagona partiyên siyasî, ji bilî hevserok û endamên navendî, dema çalakiyên partiyên siyasî dibin navend, divê hişyarî bê kirin. Lê heta niha em bi tu awayî nehatin hişyarkirin. Ev nîşan dide ku pêwiste ev doz neyê vekirin. Di îdeanameya dozê de der barê 451 kesan de daxwaza qedexeya siyasî heye. Ji ber delîlên gotin û çalakiyan girtina partiyê dixwazin.  Her çend der barê 69 kesan de biryara qedexeya siyasî nexwazin jî partî ji van kesan berpirsiyar tê girtin.”  
 
‘AYM BILA BERÊ XALAN VENÊRE’ 
 
Dede, anî ziman ku di Destûra Bingehîn de xalên têkildarî girtina partiyan de diyar e û wiha lê zêde kir: “Divê berî her tiştî Dadgeha Destûra Bingehîn xalên dozê venêre. Ka ev xal li gorî hiqûqê ne ya na. Xala 82’an xalek bi pirsgirêk e. Hemû partî bi vê xalê têne girtin. Ev xalek girêdayî şiroveyê ye. Ji bo ev xal bê betalkirin gelek rapor hatine pêşkêşkirin. DMME jî di doza Demîrtaş a Tirkiyeyê de bal kişandiye ser vê yekê û xwestiye ev xal bê rakirin.”  
 
LÊPIRSÎN NABE SEDEMA GIRTINÊ
 
Dede bal kişand ser serledana AYM’ê û wiha got: “Heta niha der barê girtina partiyan de serlêdana tekakesî tune bû. Yekem car AYM’ê serlêdana tekakesî qebûl kir. Piştî vê yekê der heqê partiyên siyasî de dozên girtinê hatin vekirin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî AYM  vê xusûsê li ber çavan bigire. 
 
 
Der barê 451 hevalên me de, doz hêj didome. Hin doz li AYM’ê ne. AYM nikare dozên der barê 451 hevalên me de hatine vekirin wekî delilan nîşan bide. Me di parastina xwe de bal kişand ser ev doza girtinê ne li gorî qanûn û rêgezên rewa ne. “ 
 
EM LI SER ROLA HDP’Ê RAWESTIYAN
 
Dede li ser girîngiya HDP’ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “HDP li gorî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyi hatiye vekirin. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de xwedî rolek girîng e. Me ev yek bi berfirehî di parasitnê de anî ziman. HDP bi misyona ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêya aştî, diyalog û muzakereyan çareser bike ketiye rê. 
 
BIRYARA DTP’Ê 
 
Dema AYM doza lêpirsînê lêkolîn dike, her çend di îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de biryara DMME’ê li ber çavan negirtiye, Lê divê AYM vê biryara DMME’ê li ber çavan bigire. Em bawer dikin ku AYM dê vê biryara DMME’yê li ber çavan bigire. Em biryara DMME’yê ya der barê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de dabû pêşkêşî AYM’ê dikin. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê şansek e. Em hevî û bawer dikin ku AYM dê li gorî vê yekê tev bigere û biryarê bide. “