ENQERE - Pêşniyaznameya têkildarî Topal Osman a Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn bi hinceta pirsa "Haya we ji polîtîkayên cihêkar û kolonyalîst ên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heye?" lê hat vegerandin. Her wiha ji bo vê pirsê wiha hatiye gotin; "Pirsa divê neyê pirsîn."
Meclis di 1'ê tîrmehê de dest bi betlaneyê kir û xebatên wê heya meha cotmehê hatin sekinandin. Lê belê parlamenter di çarçoveya xebatên qanûnçêkirinê de pêşniyaznameyên xwe berpêşî meclisê dikin. Di demên dawî de gelek pêşzniyazname ji aliyê Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ve tên li xwediyên wan tên vegerandin.
Herî dawî pêşniyaznameyên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûnê yên têkildarî Meşa Gemlîkê, Topal Osman, pirsgirêkên kedkarên Amedê û cenazeyê Zindan Yenî yên di qutiyekê de ji malbatê re hat şandin lê hatin vegerandin.
Piraniya pêşniyaznameyên Tosûn bi hinceta "nêrînên şexsî" lê hatine vegerandin. Lê pêşniyaznameya derheqê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de balê dikişîne.
Tosûn, têkildarî wêneyê Topal Osman ê lis er wesayîta Şaredariya Gîresûnê ya li nava Amedê hat gerandin bi hinceta dijî xala 96'an a Rêziknameya Navxweyî ye lê hat vegerandin. Ji bo lêvegerandinê hevoka "Gelê Amedê diyar dike ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin û qeyûmên navçeyan di gelek xebatan de cihêkariyê dikin û bi awayekî kolonyalîst tevdigerin" wekî "dîtina şexsî" hatiye hesibandin.
Ji bo pirsa "Gelo haya wezareta wê jê heye ku qeyûmê tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wê hatine kirin di gelek mijaran de cihêkariyê dikin û bi awayekî kolonyalîst tevdigerin?" hatiye gotin" pirsa divê neyê pirsîn" û hatiye parastin ku dijî Rêziknameya Navxweyî ye.
Ji bo her çar pêşniyaznameyan hatiye gotin ku ger hevokên hatine diyarkirin bê sererastkirin dê esas bên girtin.
MA / Berîvan Altan