Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê

img

ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca ji bo ku Fermana 74’an a li dijî êzidiyan hatiye kirin weke “qirkirin” were naskirin, teklîfa qanûnê da Meclisê.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya Feleknas Uca ji bo ku Fermana 74’an a li dijî êzidiyan hatiye kirin weke “qirkirin” were naskirin, teklîfa qanûnê da Meclisê. 
 
Di teklîfa qanûnê de wiha hat gotin: “Qedera civaka êzidî ku ji ber baweriya xwe 74 caran rastî fermanan hatiye, di sedsala 21’emîn de jî neguherî. Êzidiyên ku bawerî û çanda xwe gihandine roja me, li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê bêçek bûn û li Şengal û Şêxanê rastî komkujiyê hatin ku weke Fermana 74’an tê binavkirin. Êzidiyên ku ji mal û warên xwe hatine kirin, ji hemû derfetên xwe yên madî bûn û terkî mirinê hatin kirin. Bi hezaran êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, gelek kal û nexweş ji tî û birçan mirin û gelekan jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. 
 
GGELEK WELATÊN EWROPÎ QIRKIRIN NAS KIRIN
 
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya sala 2015’an de diyar kir ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan bi awayekî plankirî ‘qirkirin’ pêk aniye. Her wiha Konserya Mafên Mirovan a NY’yê jî di rapora xwe ya sala 2016’an de destnîşan kir ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan qirkirin pêk aniye. Her wiha Parlamentoya Ewropayê jî di sala 2016’an de ev komkujî weke qirkirin qebûl kir. Di heman salê de rêveberiya DYA’yê jî ragihand ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan û kêmneteweyên din ‘qirkirin’ kiriye. Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) di cotmeha sala 2017’an de bang li hemû dewletên Ewropayê kir ku bi awayekî fermî komkujiyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê bi taybet jî li dijî êzidî, xiristiyan û misilmanên ne sunî kirine weke qirkirin nas bikin. Li ser vê bangê jî Belçîka, Hollanda, Almanya û hinek dewletên din qirkirin bi awayekî fermî nas kirin. Ji bo ku welatên din jî vê weke qirkirinê nas bikin xebat tên meşandin. 
 
Di rapora NY’yê de qirkirina li dijî êzidiyan li gorî ‘Peymana Derheqê Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê û Cezakirinê’ ku Sûriye û Iraqê jî îmzekirine hate pênasekirin. Xaka pîroz a êzidiyan di heman demê de li Tirkiyeyê jî heye û divê Tirkiye jî li berpirsyariya xwe rabe û rê li ber tunekirina bawerî û çanda êzidiyan a bi rêya komkujî û qirkirinan bigire.” 
 
Teklîfa qanûnê wiha ye:
 
“XALA 1’EMÎN-  Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê qirkirina li dijî civaka êzidî nas dike ku yek ji civakên qedîm ên Rojhilata Navîn e û ji dîrokê ve her tim rastî qirkirinê hatine. 
 
XALA 2’YAN – Roja 3’yê Tebaxê ku weke Komkujiya 74’an tê binavkirin, weke Roja Qirkirina Êzidiyan hatiye naskirin. 
 
XALA 3’YAN – Berpirsyariyên li dijî êzidiyên li Tirkiyeyê dijîn û yên ji neçarî hatine Tirkiyeyê tên qebûlkirin. 
 
XALA 4’AN – Ji bo ku heqîqeta derheqê civaka êzidî de derkeve holê, berpirsyariyên xwe diyar dike. 
 
XALA 5’AN – Xala Meriyetê ye. 
 
XALA 6’AN- Xala Likarbûnê ye.” 
 
PÊŞNÛMEYA LÊKOLÎNKIRINA MECLISÊ 
 
Di heman demê de parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Şevîn Coşkun û Pero Dundar jî ji bo tespîtkirina pirsgirêkên êzidiyên hatine Tirkiyeyê, mafên wan dîsa lê werin vegerandin, ji bo ku bikarin tazmînatê wergirin bingeh jê re were amadekirin, ji bo parastina nasname û baweriya wan û ji bo ku dîsa li xaka xwe ya dîrokî vegerin, pêşnûmeya Lêkolînê Meclisê dan.
 
PÊŞNÛME DAN CÎGIRÊ SEROKKOMAR OKTAY
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bi mebesta ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de Taşdemîr wiha got: “Li ser çapemeniyê gelek caran hat ragihandin ku lingekî bazirganiya jinan a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê û jinên êzidî yên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bi vî awayî agahî dane.”
 
‘DERHEQÊ BAZIRGANIYA DAIŞ’Ê DE LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN?’
 
Taşdemîr ev pirs ji Oktay kirin:
 
“* Gelek welatên Ewropa û cîhanê komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan weke ‘qirkirin’ nas kirin. Gelo Tirkiye çima vê komkujiyê weke qirkirin qebûl nake?
 
* Tê îdiakirin ku lingekî bazirganiya jinan a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ye. Gelo ev îdia rast e? 
 
* Jinên êzidî jî di îfadeyên xwe de ev yek piştrast kirin. Gelo derheqê van îdiayan de lêpirsînek hatiye destpêkirin?
 
* Heke lêpirsînek hebe û hêj bidome, çend dosya di destê we de ne? 
 
* Ji bo pêşîlêgirtin û rizgarkirina bazirganiya jin û zarokên xiristiyan, cihû û êzidiyan gelo planeke çalakiyan a hikûmetê heye? Heke hebe gelo çi ye?
 
* Heta niha çend jin û zarok li Tirkiyeyê hatine rizgarkirin? 
 
* Alîkariya psîkolojîk û pêdiviyên jiyanî yên bingehîn bi wan jin û zarokên êzidî re hatiye kirin an na? 
 
* Tê îdiakirin ku lingekî bazirganiya jin û zarokan a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê tê kirin. Gelo li dijî zîhniyet û bazirganiya DAIŞ’ê bernameyeke we ya têkoşînê heye? 
 
* Heke hebe, bi rêxistinên jinan ên li jor hatine destnîşankirin re pêwendî hatine danîn an na?
 
* Warê êzidiyan Şengal çima di bin navê operasyonên derveyî sînor de tê bombebarankirin? 
 
*Çima demografyaya herêmên ku êzidiyên Şengalê ji neçarî lê koçber bûne tê guherandin? 
 
* Ji bo ku gelên Sûriye û Iraqê dîsa li welatên xwe vegerin, ji bilî operasyon û Kembera Ereban gelo tu bernameyeke we ya din heye? Heke hebe çi ye? Dê bi raya giştî re parve bikin an na?”