Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir Tirkiyeyê gelek deverên Rojava dagir kirine û wiha got: “Tirkiye hewl dide pêşî li ber polîtîkaya îlheqkirinê veke.” 
 
Li hêlekê êrişên îktîdara AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê didomin, li hêla din jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî polîtîkayên şer ên îktîdarê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivî. 
 
Koçyîgît, anî ziman ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in didome girêdayî hev in û wiha got: “Divê em bizanin ku tecrîda li Îmraliyê, mîlada neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Di hevdîtina 5’ê nîsana 2015’an di birêz Ocalan ji şandeya Îmraliyê re got; ‘Dibe ku ev hevdîtin, hevdîtina dawî be.’ Ew pêvajo, bi awayekî fermî ji hêla AKP’ê ve hat tunekirin. Ocalan bi xwe ew daxwaza şer û vegera li poîtîkayên şer ên hikûmetê di dît. AKP-MHP dixwazin şerê li dijî kurdan mezintir bikin. Ji Rojava heta Rojhilat, Bakur û Başûr, dixwaze tevahiya destkeftiyên kurdan tune bikin û nehêlin ku bibin xwedî statû. Lewma jî xetere li ser statûya Başûr heye.” 
 
TÊKILIYA TECRÎD Û ABORIYÊ 
 
Bi domdarî Koçyîgît diyar kir ku gelek aliyên şer hene û ev nirxandin kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, aliyê şer ê îdeolojîk e. Naxwazin fikrên birêz Ocalan ên aştiyê yan jî pergala konfederalîzma demokratîk bigihijin gel. Li hêla din bi rêya qeyûman dest danin ser çavkaniyên gelê kurd. Bi vê yekê re jî gelê herêmê xizantir dikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan û qirkirina kurdan û tecrîd û krîza aborî girêdana xwe bi hev ve heye.” 
 
ARMANCA VALAKIRINA ERDNÎGARIYA KURDAN 
 
Koçyîgît, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aliyê şer ê siyasî jî heye. Hewldana girtina HDP’ê yek ji aliyên siyasî ye. Dixwazin siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Ev hikûmet bi şer re welêt birêve dibe. Nikare bêyî şer birêve bibe. Dixwazin polîtîkayên şer bêhtir pêş bixin û herêmê ji kurdan vala bikin. Li hêla din Tirkiyeyê gelek deverên Rojava dagir kir û hewl dide bi gavên mayînde re rê li ber polîtîkaya îlheqkirina wê derê veke. Dibistanan, nexweşxaneyan û hwd. çêdikin û walî û mamosteyan dişînin. Vê yekê di nava xaka welatekê din dike. Di heman demê de aliyekî şer ê jinê jî heye. Di pêvajoyên şer de êrişeke dijwar li dijî jinên kurd tê kirin. Sedema vê jî ew e ku jin pêşengtiyê ji têkoşîna azadiyê ya kurdan re dikin. Li gorî feraseta wan, bi bisînorkirina tevgera jinê ya kurd re dê azadiya civakê bisînor bikin. Wezîrê karên hundir bi taybet jî jinan hedef digire. Dixwazin têkoşîna jinan tune bikin. Lê têkoşîna azadiyê ya jinan yek e û em jin dê vê îktîdara faşîst birûxînin.” 
 
MA / Firat Can Arslan