ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener, aşkere kir ku destpêka xebatên hilbijartinê weke 18 adarê hatiye diyarkirin.
Serokê Lijneya Bilind (YSK) Ahmet Yener, di civîna çapemeniyê ya li dar xistî de axivî. Yener, da zanîn ku dîroka destpêkirina xebatên ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên serdema 28’emîn ên di 14’ê gulanê de bên kirin weke 18’ê adarê hatiye diyarkirin û got: “Xebatên ji bo diyarkirina prensîbên dengdayînê yên dengdêrên li hundir û derveyî welat jî dewam dikin."
PARTIYÊN KU DÊ TEV LI HILBIJARTINÊ BIBIN
Biryara YSK’ê ya têkildarî partiyên siyasî yên ku dê tev li hilbijartinê bibin, di hejmara duh a Rojnameya Fermî de hate weşandin. YSK'ê di biryara xwe ya weşandî de diyar kir ku li gorî madeyên pêwendîdar ên qanûna bi hejmara 298 a “Li ser Bendên Bingehîn ên Hilbijartin û Qeydên Hilbijêran” û “Qanûna Partiyên Siyasî” ya bi hejmara 2820'an, 36 partiyên siyasî yên hatin dîtin ku herî kêm 6 meh beriya 14'ê Gulana 2023'yan kongreyên xwe yên mezin lidar xistine û herî kêm nîviyê bajaran rêxistinên xwe avakirine dikarin tev li hilbijartinê bibin.
Navên partiyên ku dê bikarin tev li hilbijartinê bibin wiha ne:
1- Partiya Dad û Yekitiyê
2- Partiya Edaletê
3 - Partiya Pêşketin û Edaletê
4- Partiya Anavatan
5- Partîya Tirkiyeya Serbixwe
6- Partîya Yekîtîya Mezin
7 - Partiya Tirkiyeya Mezin
8- Partîya Gel a Komarê
9 - Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê
10- Partiya Çep a Demokratîk
11- Partiya Demokrat
12- Partiya Kedê
13- Partiya Pêşerojê
14- Partiya Ciwan
15- Partiya Yekitiya Hêzan
16- Partiya Maf û Azadiyan
17- Partiya Rizgariya Gel
18- Partiya Demokratîk a Gelan
19- Partiya Doza Azad
20- Partiya Îyî
21 - Partiya Memleket
22- Partiya Netewe
23 - Partiya Tevgera Netewperest
24- Partîya Rêya Neteweyî
25- Partiya Seadetê
26 - Partiya Çep
27- Partiya Guhertinê ya Tirkiyeyê
28- Partiya Karkeran a Tirkiyeyê
29- Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê
30- Partiya Komunîst a Tirkiyeyê
31- Partiya Wetan
32- Partiya Yenîden Refah
33- Partiya Nûbûnê
34 - Partiya Tirkiyeya Nû
35- Partiya Pêşeroja Çep û Keskan
36 - Partiya Zafer