Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bal kişand ser Îmraliyê û li dijî sepanên îktîdarê banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir. 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Denîz Aktaş têkildarî nîqaşên dawî yên di siyasetê de axivî. 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Hatîce Denîz Aktaş, anî ziman ku piştî Devlet Bahçelî silav daye DEM Partiyê mijara pirsgirêka kurd dîsa bûye rojev û wiha got: "Di demeke wiha de qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdin û Xelfetiyê kirin. Ev gavên îktîdarê ne belasebeb in. Di sala 2014’an de jî îktîdarê hewl da têkoşîna kurdan tesfiye bike. Lewma Plana Têkbirinê xistin meriyetê. Lê bi ser neketin. Vê yekê nîşan da ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li herêmê hêzeke girîng e.” 
 
Bi domdarî Hatîce Denîz Aktaş bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û ev nirxandin kir: “Çareseriya gelek pirsgirêka ji Îmraliyê re derbas dibe. Dema me ev digot, îktîdara AKP-MHP’ê qebûl nedikir. Bi geşedanên dawî re tecrîd hate qebûlkirin, qebûl kirin ku çareserî ji Îmraliyê re derbas dibe, Ocalan weke aktoreke siyasî û muxatab hate girtin û neçar man muxatab bigirin. Anku gotin pirsgirêkek heye û muxatabê wê jî heye. Bi sala ye em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin.” 
 
‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN KIRDE NE’
 
Hatîce Denîz Aktaş, bi lêv kir ku pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn xetereya şerekî herêmî jî di xwe de dihewîne û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera wê ya siyasî li Rojhilata Navîn kirde ye. Tirkiye jî hewl dide di vê çarçoveyê de pozîsyona xwe bigire. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Rojhilata Navîn hêzeke birêxistinkirî ye. Lewma geşedanên dawî eleqeya xwe bi vê heye. Destkeftiyên tevgera azadiyê ya kurd, sosyalîst û şoreşgeran hene ku encama têkoşîneke mezin in. Ev hêz, demekî dirêj e ku çareseriya pirsgirêka kurd diparêzin û ji bo vê têdikoşin.”
 
‘NÎQAŞÊN NEJIDIL ÊN ÇARESERIYÊ’
 
Bi domdarî Hatîce Denîz Aktaş nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” weke “nîqaşên nejidil” nirxand û wiha pê de çû: “Bi tayînkirina qeyûman dibêjin ku gelê kurd dê xwe bi xwe birêve nebe. Jixwe ji vir diyar dibe ku nejidil in û opeasyonên xwe yên tesfiyekirinê didomînin. Jixwe ji sala 2015’an ve ‘Plana Têkbirinê’ di meriyetê de ye lê nekarîn kurdan têk bibin.” 
 
Hatîce Denîz Aktaş, hewlesta CHP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman weke “helwestekî qels” nirxand û got ku divê xwedî sekneke baştir be. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Hatîce Denîz Aktaş, herî dawî jî bal kişand ser tayînkirina qeyûman, astengkirina sendîkayan, pirsgirêkên xespkirina mafan û hwd. û li dijî van binpêkirinan banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.