Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir
- polîtîka
- 13:20 03/11/2019
3'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" dest pê kir.
3'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" dest pê kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, piştî ku polîsan bi ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn de girt, Keskîn li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ziyaret kir. Buldan, bertek nişanî biryara der barê Abdullah Zeydan de da û got: "Duh hiqûq dîsa hat binpêkirin." Eren Keskîn jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Her tem Kurdistan bi hiqûqek cuda hat rêvebirin û îro jî bi Huqûqek cuda tê birêvebirin."
Dadgehê biryara tahliyeya parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan da. Lê dozger biryara tahliyeyê îtîraz kir û Zeydan nehat berdan. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, bertek nîşanî biryarê da û got: “Daraz li gorî sekna AKP’ê ya keyfî biryarê dide." Parlamenterê HDP’ê Habip Eksik jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Li ser ruhê Hiquqê El-Fatiha."
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, di civîna HDP'ê ya Stenbolê de diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêş çareseriya demokratîk a Sûriyeyê Tirkiye ye û wiha got: "Bagdadî li Îdlibê ya ku baragehên eskerî yên Tirkiyeyê lêye hat kuştin. Ev nîşan dike ku îktîdara Tirkiyeyê çeteyên hov ên DAIŞ'ê diparêze."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Kurd teşeyê didin siyaseta dinyayê ya îro. Dinya hemû hîn bû ne li dijî kurdan bi kurdan re siyaset tê kirin.”
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 3’ê Mijdarê de 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Arîfe Çinar banga beşdariya kongreyê kir.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê ev tişt got: "Li hemberî tarîtiyê remza ranahiya mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e. Kobanê, di sedsala 21'emîn de cih jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin."
Parlamenterê Stenbolê Mustafa Yeneroglu yê ji AKP'ê îstîfa kir, xîtabî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Mahir Unal kir û got: “Ji xwe pirsgirêka me ya mezin ma ne înkar e? Her kes tişta lê tê dikin."
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo pêşnûmeya danekirinê neçe Senatoyê lobî ketine dewrê û got: “Pêl ewqas mezine kes nikare li hember bisekine. Heke êrîş li dijî Kobanê pêk were pêl bi pêl dê mezin bibe û wê Erdogan di bin de bimîne.”
Meclîsa Nûnertiyê ya DYA biryar girt ku Tirkiye li hemberî Ermeniyan komkujî kiriye û û li ser Tirkiyeyê biryara danekirinan da. Serokomar Tayyip Erdogan biryara Meclisa Nunertiyê ya DYA rexne kir û wiha xwe parast: "Tu qîmetê vê yekê tune ye. Yên vê tehcirê wekî komkujî pênase dikin, ji xwe re li sucdaran digerin."
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê da û diyar kir ku wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
MYK'a HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP'ê bi taybet li Tirkiye û bi giştî li Rojhilata Navîn li sînorê têkçûnek mezin e. MYK'a HDP'ê bal kişand ser tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: “Ev ne karê hiqûqa îdarî ye. Ev rêbaza bîrdozi û teknîka îktîdarê ye."
Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku piştî kuştina Bagdadî dê pêwendiyên Tirkiyê û DAIŞ’ê bi belgeyan derkevin holê û tekane rêya li pêşiya kurdan ku 100 sal in ji bo azadiyê têdikoşin “yekîtî” ye.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bi minasebeta salvegera damezirandina Komarê peyam weşandin û gotin: “Di 96’emîn salvegera avakirina Komarê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Heta niha vîna 4 milyonan tune hat hesibandin û 19 şaredarî hat xezpkirin. Ev nîşanî me dide ku çiqas pêwîstî bi demokratikbûna komarê heye."
HAK-PAR'ê kongreya xwe ya mezin li dar xist û ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.