- polîtîka
- 09:03 04/10/2019
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, têkildarî amadekariyên konferansa 3'emîn, diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erênî pêk hatin. Abdullah, destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd wê bibe bingeh û amadekariya Konferansa Neteweya Kurd û Kurdistanê jî. Abdullah, konferansa CHP'ê ya Neteweya Sûriyeyê jî nirxand û got: "Dema pirsgirêkek tê niqaşkirin divê xwediyê wê pirsgirêkê jî li wir amade be. Yên ji bo çareseriyê têdikoşin ne amade ne. Ji ber vê yekê ev tim seqet û bê encam dimîne."