Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye
- polîtîka
- 13:36 30/8/2019
Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di roja 12'an de didome.
Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di roja 12'an de didome.
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar ku li gel hemû zext û tundiya li dijî wan têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa berdewam dikin û heta hevşaredarên wan dîsa li peyvirê vegerin wê bê navber çalakiyên xwe berdewam bikin.
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû diyar kir ku heke çareseriyeke siyasî çêbibe dê ji Sûriyeyê derin û angaşt kir ku rejîm ji çareseriya siyasî bawer nake.
Parlementera HDP'ê Serpîl Kemalbay, got: "Ji bo tifaqa demokrasiyê, êdî wexta gavavêtina bi hev re hatiye. Êdî divê em zelal bin. Divê hêzên demokrasiyê gavên biwêrek bavêjin. Di serî de CHP û bi giştî tevahiya partiyên muxalof divê tenê qîma xwe bi şermzarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, gotina Serokomar Erdogan a hişyariya Qeyûmê nû kir nirxand û got: "Erdogan di bin eba xwe re çû nîşan dide. Bi gefên veşarî dixwaze îktîdara xwe biparêze. Divê Ahmet Davutoglu jî rexnedayîna xwe bide. Aqilê ku li ser dijminantiya HDP'ê siyasetê bike nikare bi ser bikeve. Tu tişti bi Tirkiye nade qezençkirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Onlu diyar kir ku heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin û wiha got: "Heta tecrîd ranebe dê Tirkiye demokratîk nebe, civaka Kurdistanê azad nebe, Destûra Bingehîn a Demokratîk û aştiya bi rûmet pêk neyê."
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got ew li dijî qeyûman bêîtatiya sivîl berbelav dikin û got: “Yên me tune dihesibînin, bi tu awayî mafê wan nîne me bixin bin berpirsiyariyê. Em ne mecbûr in rizabûnê nîşanî derewên wan bidin û çavkaniyên xwe bidin talanger û dizekan.”
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Serokatiya Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî de li dijî polîtîkaya qeyûm "nexşerêya" ji 3 pêngavan pêk tê amadekir. Li gorî vê planê li dijî qeyûman li 3 bajaran dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Di mijara li Meclîsê bi "Rojeva Lezgîn" ji bo civînê wê bang bikin û dest bi ziyaretên diplomatîk bikin.
Parlamentera HDP'ê Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku îktidara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û wiha got: “Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Yildirim Kaya, siyasetmedarên HDP’î û nivîskarên Cûmhûriyetê yên li Girtîgeha Kandira girtine ziyaret kirin. Kaya diyar kir ku li dijî tune hesibandina vîna gel û qetilkirina demokrasiyê, ewê demokrasiyê tim bidin jiyîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê di serdana Malagel de axivî, wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman, gelên Tirkiyeyê hatiye hedef girtin. Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girînge.”
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dr. Ridvan Turan, diyar kir ku Wezirê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî, ji 900 pirsan 208 pirs piştî dema wê boriye bersivandine û hêj 228 pirs jî bersîv nedaye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, ODP ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de diyar kir ku ji bo îtîraza bi stratejiya HDP'ê ya 31'ê Adarê derket holê berdewam bikin dest bi xebatan kirine. Temellî, anî ziman ku piştî vê hewldana wan îktîdarê qeyûm tayîn kiriye.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan diyar kir ku heta hevşaredarên wan vegerin ser peywira xwe dê çalakiyê xwe bidomînin û got ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi rojeva qeyûm pêşwazî bikin.
Parlamenterên CHP'ê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş û Ozgur Karabat, diyar kirin ku ger AKP firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û gotin: "Plana îktîdarê ya desteserkirina şaredariyên Enqere û Stenbolê tenê bi xwedîderketina şaredaiyên Mêrdîn, Amed û Wanê wê bê pûçkirin."