Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
- polîtîka
- 14:21 15/7/2018
Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin tê girtin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha em tu agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nastînin. Tenê di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan carekê hevdîtin kir û wekî din em tu agahî nastînin. "
