Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
- polîtîka
- 17:12 08/2/2018
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku di Komîsyona Mutabakatê ya Kongreyê de diyar bûn, ji raya giştî re eşkere kir. Kemalbay, diyar kir ku Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di kongreyê de weke hevserokên giştî bên hilbijartin.
Ji gelek herêmên cuda yên cîhanê dê gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî 3’yemîn Kongreya Mezin a HDP’ê ku di 11’ê sibatê de li dar bixe bibin.
Ruxmê hemû êrîşan HDP dixwaze di dawiya hefteyê de kongreyek bi hêz pêk bîne. Dê Leyla Xalid a bû sembol têkoşîna Fîlîstînê jî tev li kongreyê bibe. Dîsa lîderê Sinn Feinê Gerry Adams jî bi dîmenekê peyamekî ji kongreyê re dişîne.
Wekîlê HDP’ê Garo Paylan ê bi Serokomarê Fransayê Macron re hevdîtin pêk anî, behsa êrîşên li ser Efrînê kir û got: “Li dijî wargeha jiyînê ya gelê Efrînê êrîş pêk tên. Dê HDP di kongreya mezin de ji zimanê mexdûriyetê bireve û pêngavek mezin dest pê bike. Me got nebin şîrîkê vî sûcî.”
Nivîskar Omer Agin, got piştî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan radestî Tirkiyeyêê hat kirin, îro jî bi operasyona Efrînê li hemberî kurdan û paradîgmaya netewa demokratîk komploya duyemîn pêk hatiye.
Yek ji 170 rewşenbîrên ku li dijî operasyona li hemberî Efrînê derketin û name ji hemû wekîlên li Meclîsê re şandin jî Nivîskar Ayşegul Devecîoglû bû. Devecîoglû diyar kir ku şer li hemberî mirovahiyê sûc e û wiha got: "Li gor qanûnên me sorkirina şer sûc e."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got: “Sedema operasyona Efrînê ne ji bo ku ji Efrînê gule diavêjin Tirkiyeyê ye. Rejîma Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe li dijî Efrînê şer dan destpêkirin.”
Serokê Giştî yê AKP'ê Erdoğan, gazinên xwe li Serokê DYA'yê kir û ev tişt got: "Birêz Obama jî rast neaxivî, niha jî Birêz Trump di rêya şaş de ye. Gotin ku 'Emê ji Minbicê vekişin.' Wê demê hûn çima sekinî ne? De hadê derkevin."
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re dest pê kirine û ev tişt got: "Heta pergal neguhere, dê di her serdemê de kesên wekî Erdogan, Bahçelî û Perînçek derkevin holê."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşa li ser Efrînê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrîn û Rojava li dijî pergala jiyana nû ye. Ev êrîş îro bi destê AKP'ê pêk tê."
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser pirsgirêka kurdan û Efrînê û wiha got: "Ger ku di pirsgirêka kurd de hûn rastiya Efrînê nebînin hûn nikarin paşerojê saz bikin. HDP dê di kongreya 11'ê Sibatê de ji şer re bêje na. Ji bo pêşerojek azad bi rêxistin bike dê gavan bavêje."
Hevparên Konferansa Giştî û Konferansa Jinan a HDP’ê, di encama nîqaşan de, li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: “Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne.”
2'yemîn Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike. Duh nîqaş hatin pêşxistin û dê îro di çarçoveya biryaran pêşnûmeyê de şeklê dawî bê dayîn û bi vê re prespektîfa polîtîk a partiyê zelal bibe.
Dîrokzan Prof. Dr. Hamît Bozarslan, êrîşa li ser Efrînê wekî "berdewama îttîhatgeriyê" pênase kir. Bozarslan wiha got: "Kurd, her rojeke berxwedana Efrînê wekî serketinekê dibînin. Êdî yekitiya neteweyî peywireke bivênevê ye."