Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
- polîtîka
- 10:54 13/3/2018
Pêşnûmeya tifaqa hilbijartinê ya AKP’ê û MHP’ê di encama mesaiya 20 saetan de di Meclîsê de derbas kirin.
Pêşnûmeya tifaqa hilbijartinê ya AKP’ê û MHP’ê di encama mesaiya 20 saetan de di Meclîsê de derbas kirin.
Nûnerê PYD'ê yê Firansayê Dr. Xalid Îsa yê bi Serokê Fransa yê berê François Hollande re hevdîtin kir, diyar kir ku Tirkiye ruh û nefesê dide DAIŞ'ê û wiha got: “Cîhan dê heta kengî bêdeng be. Em dê heta dawî li ber xwe bidin. Wekî din şensa me tune ye."
Parlamentera HDP'ê ji meclîsê xwest ku kuştina sivîlên li Efrînê di êrîşa tang, top û bombebaranê de hatin kuştin lêkolîn bikin.
Nûnerên Malên Gel, EMEP, SYKP û SEP’ê bertek nîşanî şerê hewayî û bejayî ku 52 rojin li ser Efrînê berdewam dike, dan û xwestin êrîşên li ser gelê Efrînê bi lez bê rawestandin. Nûnerên partiyên Sosyalist diyar kirin ku li Efrînê Efrînî dijîn û wiha gotin: "Şerê heyî bi yekîtî û tifaqa gelan dikare raweste."
Nûnerên saziyên civakên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan bertek nîşanî êrîşên 52 roj ên li ser Efrînê dan û gotin: “Ji bo ku komkujî pêk neyên, divê êrîşên li ser Efrînê demildest bi dawî bibin.”
Dayika Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir û bi dijwarî derb kirin Ayşe Fatma Arslan, diyar kir ku ji bo kurê wê aştî xwestiye hatiye girtin û ev tişt got: "Yên êrîşê kurê min kirin êrîşê vîna gel kirin."
Wekîlê HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş destnîşan kir ku peymana tirkperestiyê ya Tirkiyeyê nehatiye nivîsandin tê rojevîkirin, divê bêdengiya kurdan xelet neyê xwendin.
Rêveberê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî û endamê Însiyatîfa li Dijî OHAL'ê Bulent Atamer, diyar kir ku cihê OHAL'ê têrê nekir, polîtîkaya şer xistine dewrê. Atamer aşkera kir ku di mijara kurdan de gelek partî nijadperestiyê dikin.
Civîna sazî, partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropa yên ji bo eşkerekirina helwesta neteweyî ya ji bo Efrînê didome. Di civînêde Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim wiha got: “Dewleta Tirk bi çekên Ewropayê mirovan li Efrînê dikuje. Ev ne ya qebûlkirinê ye.”
Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku li dijî êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê, dibe ku reaksiyona civakî ya wekî Kobanê di polîtîkayên hêzên navneteweyî de guhertinan çêke.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bang li her kesî kir û xewst her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca jî bang li NY kirin û xwestin bi lezgîn têkevin nava tevgerê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, got êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, şerê li dijî statuya gelê kurd e. Bûldan destnîşan kir ku wê operasyona Efrînê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin û xwest Tirkiye demildest li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere.
Endama Koma Diyalogê Bînnaz Toprak, diyar kir ku li dijî yekitiya serokomar divê muxalefet jî amadekariyan bike û ev tişt got: "Di warê ewlehiya hilbijartinê de peywireke girîng dikeve ser milê raya giştî jî. Dîsa heke partiyên muxalefetê di çarçoveya rêgezên partiyan de bên gel hev, serkeftin pêkan e."
Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif hişyarî da ku sivîlên Efrînê bi destê TSK'ê û komên girêdayî wê rastî komkujiyên tunekirinê tên û bang li gelê Kurdistanê li hermû parçeyên Kurdistanê û gelên Bakurê Sûriyê kir ku serî hilidin û tevlî banga seferberiyê bibin.
Bernameya Newroza îsal ku bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin, bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kirin. Newroz dê li 49 navendan bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî yên tev li bernameyê bûn diyar kirin ku wate û girîngiya Newroza îsal bêtir dîrokî ye û xwestin gelê kurd li dijî dehaqan di bin baneyê Yekîtiya Neteweyî de dakevin qadên Newrozê.