DMME’yê ji AKP'ê wext da
- polîtîka
- 16:23 14/11/2017
DMME ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDP’ê bibin heta 5’ê kanûnê dem da hikumeta Tirkiyeyê.
DMME ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDP’ê bibin heta 5’ê kanûnê dem da hikumeta Tirkiyeyê.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di civîna koma HDP'ê de geşedanên dawî nirxandin. Bilen, sersaxî ji malbatên kesên di erdheja Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan xwest. Bîlgen, bal kişand ser maşineyên kar ên Şaredariya Konya ku li Reqqa hatin dîtin û wiha got: "Dê Serokwezîr sedema vê yekê bêje, an Serokwezîrê berê yê Konyayî. Divê hesabê vê yekê bidin gel.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, dest nîşan kir ku tu îzahiyata tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tune ye. Erdogmuş got ku wê bi rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin.
HDP'ê ji ber erdhejê banga piştgiriyê kir û got: "Piştevanî wê êşên giran sivik bike, hestên xwişk-biratî û yekîtiyê jî xurt bike."
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, ku bi riya MST TV binpêkirinên mafên mirovan anîn ziman, diyar kir ku hem medya û hem daraz gelek xerab bûye û wiha got: "Her ku zilm zêde dibe pêşketin zûtir xerab dibin."
Serokwekîlên Koma HDP’ê ji bo parlementerên girtî yên HDP’ê dikaribin di dengdayîna hilbijartina Meclîsa Tirkiyê de dengê xwe bidin daxwazname ji Serokatiya Meclîsê re nivîsand.
Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û guherîna hevsengên li Rojhilata Navîn. Taşçier wiha got: “Yek ji armanca Tirkiyeyê ya sepandina tecrîdê jî ew e ku rê li ber fikrên Ocalan bigire, da li Rojhilata Navîn jîndar nebin.”
Wekîla HDP'ê Aycan Îrmez, bal kişand ser îdiayên sîxûriyê yên li Cizîrê û di vê der barê de ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne pêşnûme pirs da meclisê.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di serdanên gel ên li Mûş û navçeyên wê de axivî û aşkera kir ku pergala konfederal a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşdîtina îro ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkaya perwerde û aboriyê ya hikumetê, aşkera kir ku çawa ku di pewerdeyê de rewşek baş tune, di aboriyê de jî rewş ne baş e û got ku krîzeke sergirtî heye.
Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, têkildarî belgeyên Paradise Papersê ku navê zarokên zarokên Serokwezîr Bînayî Yildirim jî di hesabên Off-shore re derbas dibin ji Mehmet Şîmşek pirsî û xwest hesab bipirsin. Kerestecîoglu, anî ziman ku dê der barê off-shore de hesab ji zarokên Binali Yildirim bên pirsîn ya na?"
Li şûna Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek ê îstîfa kir, Mustafa Tuna hat hilbijartin. Tuna yê di heman kêliya hat hilbijartin de got “Ez ê li tu kesî zilm nekim.”
Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bang li rêxistinên demokratîk kirin û xwestin demildest heyetek biçe Îmraliyê hevdîtin bikin. Parlamenteran bang li rêxistinên navneteweyî jî kir û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Wekîlan ji kesên aştî û çareseriyê dixwazin jî xwest bêdeng nemînin.
Serokwezîr Binalî Yildirim, sibê diçe DYA'yê. Di rojeva ziyareta Yildirim de darizandina Reza Zarrab ku yekem car dê di 27'e Mijdarê de derkeve pêşerî dadgehê heye. Yildirim armanc dike ku mudaxaleyî darizandina Reza Zarrab bike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Piştî rêxistinên navçeyên Ataşehir, Beyoglu, Esenyurt dawî li çalakiyê anîn, rêxistinên navçeyên Kagithane, Başakşehîr û Kartalê grev dewir girtin. Parêzerên Ocalan tev li çalakiyan bûn û diyar kirin ku felsefeya Ocalan tê tecrîd kirin.