Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
- polîtîka
- 11:04 23/11/2023
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji ber kurtenavê HEDEP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan dişibe HADEP’a di sala 2003’yan de hatiye girtin, xwest HEDEP kurtenavê xwe biguherîne.
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji ber kurtenavê HEDEP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan dişibe HADEP’a di sala 2003’yan de hatiye girtin, xwest HEDEP kurtenavê xwe biguherîne.
DBP’ê peywirdarên serdema nû diyar kir û da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin.
Parlamentera HEDEP’î Dîlan Kunt Ayan di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Ji ber tecrîdê welêt ketiye nava krîza civakî, siyasî û hiqûqî. Girankirina tecrîdê rê li ber tunekirina maf û azadiyan vedike.”
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ê li dijî tundî, xizanî û her cureyên êrişên ser jinan wezareta jinan ava bikin. Hatîmogûllari, her wiha got ku dê têkoşîna jinan a li dijî qeyûman bidome û hesabê ji zîhniyeta qeyûm bipirsin.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan gotinên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên têkildarî benda 50+1’ê nirxand û wiha got: “Ka we digot bi vê pergalê dê aştî û demokrasî were, dê xizanî û şer bi dawî bibin? Pergalên ku civak tê de cih negirin neçarî tunebûnê ne.”
Hevşeradara Cizîrê Berîvan Kûtlû, diyar kir ku jin di rakirina tecrîd û azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, bi biryar in û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, em jin dê azad nebin.”
Hevsrokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan li Êlihê di hevdîtina gel a li Êlihê de axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartina xwecihî de bersiva pêwîst bidin qeyûman û got: “Em xwe bi rêxistin bikin û rê nedin tifaqa Torosên Spî."
Serokwekîlê Koma HEDEP’ê ji bo qetilkirina Hrant Dînk bi hemû aliyan ve bê ronîkirin ji bol i Meclisê civîna giştî bê kirin serlêdan kir.
Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek ji bo navên darbekaran ên li cade, kolan, bulwar û hwd. hatine kirin bên jêbirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.
Koma Meclisê ya HEDEP’ê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û got: “Divê komîsyon tavilê biçe serdana Girava Îmraliyê.”
Hevserokê Giştî yê HEDEP’e Tûncer Bakirhan bal kişand hêzên paramîlîter ên li Tirkiyeyê û bang kir ku herkes li dijî van hêzan têbikoşe û xwe bi rêxistin bike.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan ji Sêrtê bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got: “Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin.” Bakirhan ji bo navnîşana çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da.
Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e û anî ziman ku divê şert û mercên fizîkî yên Ocalan bên avakirin.
Hevseroka Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan têkildarî krîza darazê û “Destûra bingehîn a nû” bang li Meclisê kir û got: “Em di şûna destûra bingehîn a darbeyê de ji bo destûrek bingehîn a nû ya demokratîk amade ne.”
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî û got ku dê li gel muxalefeta civakî xetekê ava bikin.